Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe’

Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveber û endamên MED-TUHAD-FED, Komeleya 78’an, MEBYA-DER û HDP beşdarî civînê bûn. Di civînê de daxuyanî ji aliyê endama TUAY-DER’ê Sonbahar Orak ve hat xwendin.

Balkêş bû ku polîsan bi maşîneyên zirxî derdora avahiya TUAY-DER’ê dorpêç kiribû.  Sonbahar Orak bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Hevdîtina ku di 3’yê adarê 2020’an de pêk hat, hevdîtineke pir girîng e lê em dizanin ku piştî vê hevdîtinê tecrîdkirina birêz Ocalan nehatiye rakirin. Pêwîst e ku tecrîd bi awayekî lezgînî rabe û birêz Ocalan bi parêzer, malbat û vasiyê xwe re bikaribe hevdîtinê pêk bîne.”

Orak da zanîn ku tecrîd li ser hemû qadên jiyanê belav bûye û wiha domand: “Em li ser navê TUAY-DER’ê dibêjin ku îro tecrîda di şexsê birêz Ocalan de li ser her girtîgehê, li ser welat û li her qadên jiyanê berdewam dike. Ev tecrîd hem li gorî qanûnên Tirkiyeyê hem jî li gorî qanûnên navneteweyî sûc e. Ji bo vê jî em bang li Wezareta Dadê dikin ku demildest dawiyê li vê dijhiqûqiyê bîne. Bi taybetî jî em bang li Parlamentoya Ewropayê, Netewêyên Yekbûyî û CPT’iyê dikin ku peywira wan çi be bi lezgînî pêk bînin.”

Bang li hemû derdoran kir

Herî dawî jî Orak ev tişt anî ziman: “Di serî de hewceye şert û mercên Îmraliyê û yên hemû girtîgehan yên giran ji holê werin rakirin. Em ê şopdarên vê mijarê bin. Em bang li hemû saziyên sivîl, partiyên siyasî û derdorên ku aştiyê dixwazin dikin ku piştgiriyê bidin vê berxwedana me.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar