Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Girtiyê ji sedî 98 astengdar bi hinceta ‘Ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan

Li gorî dane û raporên Komeleya Mafên Mirovan (îHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 457 jê nexweşên giran, bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş girtî ne. Tenduristiya gelek girtiyan di asteke xetere de ye û nikarin bi serê xwe bijîn. Li gel raporên Saziya Tipa Edlî û serlêdanên parêzeran jî dîsa girtiyên nexweş nayên berdan. Yek ji girtiyê nexweş ku nayê berdan jî Serdal Yildirim e. Serdal Yildirim di sala 2010’an de qeza derbas kir û felç bû. Piştre hat girtin û niha ji sedî 98 astengdar e.

Yildirim di sala 2016’an de bi hinceta beşdarî şahiya HDP’ê bûye, bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ hat binçavkirin û hat darizandin. Yildirim li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat darizandin û 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Yildirim di 30’ê kanûna 2018’an de li malê hate binçavkirin û girtin. Yildirim niha li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne û nayê berdan.

Tevî raporê jî nehat berdan

Ji bo ku Yildirim bê berdan parêzeran serî li Saziya Tipa Edlî dan. 3’yemîn Saziya Lijneya Îhtisasê ya Saziya Tipa Edlî der barê Yildirim de rapor amade kir û diyar kir ku Yildirim nikare li girtîgehê bimîne. Dozger jî li ser gotina qeymeqam û Midûrê Polîsan ên Qoserê ya ‘Ji bo civakê talûke ye’ rapora Saziya Tipa Edlî paşguh kir û daxwaza berdanê red kir.  Parêzeran cara duyemîn serlêdan kirin lê dozgeriyê cara duyemîn jî serlêdan red kir.

‘Ji sedî 98 astengdar e’

Têkildarî mijarê birayê Yildirim, Sedat Yildirim axivî û got: “Birayê min sal û nîvekê li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê girtî ma. Ji navê ve felc e. Ji sedî 98 astengdar e. Tevî raporê jî nayê berdan. Midûrê polîsan û qeymeqam ji bo civakê ‘talûke’ dibînin. Li gorî kê û li gorî çi talûke ye? Tenê polîsek li ser masê kaxizê îmze dike û biryara ‘Ji bo civakê talûke ye’ dide. Me ji bo rewşa birayê xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Lê hêj encamek jê derneketiye. Rewşa birayê min her ku diçe xerabtir dibe. Li girtîgehê terkî mirinê hatiye kirin. Ger ku birayê min li derve emeliyat nebe dê jiyana xwe ji dest bide. Li Odeya Tabîban rapora wî heye. Nikare bi tena serê xwe derkeve hevdîtinê. Bi kursiya bi teker derdikeve hevdîtinê. Hevalên li cem wî dimînin jî rewşa wan giran e. Em dixwazin hepsa malê bidin wî.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar