Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Efrîn û Babê 10 çete hatin kuştin

Çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber didomin. HRE’yê di navbera 11 û 14’ê adarê de jî li dijî dagirkeran rêzeçalakî pêk anîn. Têkildarî mijarê HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di 11’ê adarê de li gundê Daxlibaş ê Babê ve li dijî çeteyan  çalakiyeke sabotajê pêk anî û di encamê de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû. HRE’yê daxuyand ku di 12’ê adarê de jî hêzên wan li gundê Beradê yê Şêrawa yê Efrînê ji bo tolhildana şervanê wan Zinar Amed, li dijî çeteyan çalakî pêk anî û di çalakiyê de 4 çete hatine kuştin. HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di heman çalakiyê de dest danîn ser 2 çekên AK-47 û rextên wan, telefonek û bêtelekê.

Çalakiyên di 13’ê adarê de

Daxuyaniya HRE’yê wiha dom kir: “Hêzên me di 13’ê adarê de li nêzî gundê Meryemîn ê Şera ya Efrînê ji bo tolhildana şehîd Zinar Amed çalakiyeke serdagirtinê pêk anî. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek û leşkerekî tirk birîndar bûn, 4 çeper û seyareyeke doçkabarkirî hatin rûxandin, 2 çekên A-4, çekeke BKC’yê, çekeke AK-47’ê û rextên wê, dûrbîneke şevê, dûrbîneka rojê û bêtêlek hatin desteserkirin. Di heman rojê de hêzên me di navbera gundên Beradê û Kefer Nebo yên Şêrawayê çalakiyek sabotajê li dijî seyareyeke çeteyên dagirker pêk anî. Di çalakiyê de seyare hate derbkirin, çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.”

Li navenda Efrînê çalakî

HRE’yê têkildarî çalakiyê di 14’ê adarê de jî ev agahî dan: “Hêzên me li çerxerêya Kawa ya li navenda Efrînê çalakiyek sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de bi qasî ku hate zelalkirin çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bûn. Her wiha artêşa dagirker gund û navçeyên girêdayî Efrîn û Şehbayê bênavber topbaran dikin. Li herêmê tevgera balafirên bêmirov heye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar