Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCD: Komkujiya Helebçeyê sûcê li dijî mirovahiyê ye

Navenda Nûçeyan |

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi munasebeta 32’yemîn salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:

“Dîroka sedsala dawî ji bo gelê me, bi komkujî û jenosîdên bêhejmar ên ji hêla dewletên dagirker ve pêk hatine re tijî ye. Ev sedsal di heman demê de di aliyê gelê me de ji bo hebûna xwe biparêze û azadiya xwe mîsoger bike, bûye dîroka lehengî, berxwedanê.

Bi ser Komkujiya Helebçeyê ya ku di dîroka mirovahiyê de bûye deqeke reş û tu caran ji bîr nabe re 30 sal derbas bûn. Komkujiya Helebçeyê ya ku di şexsê gelê kurd de li hemberî mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê pêk hatiye, wekî sûcê mirovahiyê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.

Dîktatoriya Sedam di encama bikaranîna hemû cure çekên kîmyewî û biyolojîk de zêdetirî 5 hezar kurdên sivîl û bêparastin bi awayekî hovane qetil kir. Ligel ku bi ser vê komkujiyê re 32 sal derbas bûne jî hêj ew texrîbat û birîna wijdanî ya di nava mirovan de vekiriye ji holê ranebûye. Ev yek bi qirkirina Efrînê re kûrtir bûye.

Komkujiya Helebçeyê, ne komkujiya yekemîn a ji hêla dewletên dagirker ve li ser gelê me hatiye meşandin û ne jî ya dawî ye. Ev pêkanîn û polîtîkayên di çaryeka sedsala 20’emîn de hat destpêkirin, niha bi awayekî kûr û dijwartir tê meşandin. Ev stratejiya bi armanca tunekirin û qirkirinê hatiye destpêkirin her tim tê nûjenkirin. Koçgirî, Agirî, Zîlan, Darahênê, Gurgum, Qamişlo, Gazî, Roboskê, Şengal, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Şirnex û gelek bajarên din ên kurdan hatin wêrankirin û bi armanca qirkirinê komkujiyên mezin pêk anîn.

Êdî derketiye holê ku ev dewletên dagirker ên ku ev polîtîkayên qirkirin û komkujiyê dimeşînin, di bin çavdêrî, bi piştgirî û hêzdayîna hêzên emperyal de pêk anîne.

Hemû mirovahî dizane û bûne şahidê rastiya ku gelê kurd di dîroka xwe de bi gelek qirkirinan re rû bi rû mane û ligel vê yekê jî tu caran paşde gav neavêtiye û teslîm nebûye.

Bi vê bîr û baweriyê em careke din di 32’yemîn salvegera vê komkujiyê de Komkujiya Helebçeyê lanet dikin û ji bo qetlîamên bi vî rengî careke din pêk neyên, em dixwazin hemû gelê me, sazî û partiyên siyasî ji bo avakirina yekitiya gelê kurd bixebitin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar