Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Polîs zextan li xwendekarên jin dikin

Hat diyarkirin ku di 3 mehên dawî de nêzî 30 xwendekarên jinên ên li Zanîngeha Mûstafa Kemal dixwîn in, ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin, gef li wan hatiye xwarin û xwendekarekê ji ber vê yekê dest ji dibistanê berdaye. Bi taybetî ji sala 2018’an ve kiryarên li dijî xwendekarên çepgir, sosyalîst û welatparêzer di demên dawî de pir zêde bûne. Polîsên kincên sivîl li wan, bi telefonê li malbatên xwendekaran digerin û diçin malbatên xwendekaran. Xwendekarên ji ber vê yekê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Hatayê dan, daxwaza alîkariyê kirin.

Yek ji xwendkarên rastî gefên polîsan hat S.B. diyar kir ku polîsên her tim rêya wê digirin, dixwazin pêre sohbet bikin û wiha axivî: “Ji ber ku min ev daxwaza wan qebûl nekir, vê carê her tim min nerehet dikin. Di sala 2018’an de yekem car ez rastî pêkanînek wiha hatim. Lê piştî demek dirêj ez dîsa rastî vê pêkanînê hatim. Ev zextên li ser min di demên dawî de zêdetir bûne. Min ji kesên xwestin bi min re hevdîtinê bikin re got ‘Ev nêzîkatiya we ne qanûnî ye. Ger derbarê min de biryarek hebe, wê bi cih bînin. Lê ger tiştek tune be ew mafê we nîne ku hûn her tim rêya min bibirin. Ev ne qanûnî ye.’ Wan jî li ser vê yekê ji min re gotin ‘Tiştên hûn dikin ma pir qanûnî ne? Em dizanîn hûn çi dikin. Hûn bi kesên şaş re dema xwe derbas dikin. Ev ê tiştekê bîne serê te. Baş guhdarî me bike. Dest ji van karan berde. Dibistana xwe bixwîne. Em ê cardin li te bigerin.’”

‘Ev demek dirêj e gefan li min dixwin’

S.B. di dewama axaftina xwe de ev agahî dan: “Berî demekê kesekî li min geriye û ji min re got ‘Em dixwazin bi te re sohbet bikin. Di derketina dibistanê de em li benda te ne.’ Çawa ku ez ji dibistanê derketim van kesan pêşiya min girtin. Polîs hem li bavê min geriyabûn û hem jî çûbûn kargeha bavê min û ji bavê min re gotibûn ‘Hevalên derdora keça te pir ne baş in. Wê ber bi şaşiyan ve dibin. Xwedî keça xwe derkeve. Ji bo vê em dikarin ji bo we bibin alîkar. Ger tu xwedî keça xwe dernekevî, wê belayekê bîne serê xwe.’ Lê bavê min guh nade van kesan û wan ji kargeha xwe diqewirîne. Hin polîs tên serdana mamosteyan û derbarê me de agahiyê ji wan digirin. Ne ez tenê vê rewşê dijîm. Gelek hevalên min ên jin vê rewşê dijîn. Hin hevalên min difikirin ku dest ji dibistanê berdin.”

S.B. da zanîn ku ew ê li dijî zextên li wan tên kirin mafê xwe yê qanûnî bi pêk bînin û diyar kir ku ew serî li ÎHD’ê dane û dê gilî bikin.

Xwendekar dest jê dibistanê berdidin

Xwendakara jin F.A jî diyar kir ku polîs û rêveberiya zanîngehê zextan li xwendakrên çepgir, sosyalîst, demokrat û welatparêze dikin û dest nîşan kir ku heya roja îro 30 xwendekarên jin rastî heman zextên polîsan hatin û ev tişt anî ziman: “Em xwendekar rastî gefên polîsan tên. Li zanîngehan zext hene. Me hevdîtin bi mamosteyên xwe re kir, lê ew jî mîna polîsan axivin. Ev rewş her tim tê jiyîn. Me serî li ÎHD’ê da û em ê gilî bikin. Hevalekê me neçar ma ku ji ber van zextan dest ji dibistanê berde. Li Îskenderûnê jî hevalekê me tim rastî gefan tê. Ev hevala me jî neçar ma ku dibistana xwe rawestîne û paşve vegere bajarê xwe. Ev zext dibin sedama dest jê berdana dibistanê.”

Sîxurtiyê ferz dikin

F.A. daxuya kirin ku teklîfa sîxurtiyê ji bo hin xwendekariyan hatiye kirin û bi van gotinan bertek nîşanî zextên polîsan dan: “Polîs, sirf ji bo xwendekaran dibin zextên xwe de bigirin, malên apart ên xwendekar lê dimînin kirê kirine. Li derdora Kampusa Serînyol, di her malekê apartê de yek an jî du polîs hene. Li her derî me aciz dikin. Ji bo ku xwendekar li hev kom nebin, van zextan dikin. Li dibistanê jî gelek bêmafî tên jiyîn. Ji bo ku em li dijî van bêmafiyan dernekevin jî van zextan dikin. Zanîngeh ji zanistiyê dûr ketiye. Ji mamosteyan bigirin heya rektoran, nikarin du gotinan bînin gel hev. Îro zanîngeh bi van mirovan tije bûne. Lê ew çi bikin bila bikin, em ê li dijî van zextan derkevin.”  HATAY

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar