Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnamegeran Înîsiyatîfa Agahiya Te Jê Heye ava kirin

Rojnamegerên ku ji bo hempîşeyên xwe yên girtî li hev kom bûn, Înîsiyatîfa Agahiya Te Jê Heye avakirin. Înîsiyatîfê, ji bo xebata xwe ya yekemîn gav avêt û di vê çarçoveyê de, li ser medyaya civakî dest bi kampanyaya hashtagê kir.

Bi kampanyaya #HaberinVarMi hat xwestin ku rojnamegerên girtî serbest bên berdan. Metna “Agahiya Te Jê heye?” ya di çarçovaye kampanyayê de hat amadekirin, bi vîdeoyekê hat parvekirin.

Di metna kampanyeyê wiha hat gotin:

“Agahiya te jê heye?

Ji Oda Tv’iyê Bariş Terkoglu, Hulya Kiliç, Bariş Pehlîvan, ji Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Aydin Keser, ji Yenîçagê Mûrat Agirel, ji sîteya nûçeyan a Yakindogû Alptekîn Dursunoglu û ji Rûdawê  Rawîn Sterk girtî ne.

Agahiya te jê heye?

Bi dehan rojnameger di girtîgehan de ne. 8 rojnamegerên din jî li wan zêde bûn.

Deriyên hêsin, pencereyên tarî dîsa li rojnamegeran hatin girtin.

Agahiya te jê heye?

Em ê bi hevre wan deriyên hêsin bişikînin! Ji bîr nekin, bi girtina rojnamegeran, dixwazin mafê gel ê agahî girtinê asteng bikin.

Dilsoziya me tênê ji bo rastiyan û ev rastî ji gel re ragihandine. Em ê ji tu kesî re bîat nekin û em ê bêdeng nemînin. Ji bo mafê fêrbûna rastiyan a gel, em ê rojnamegeriya xwe dewam bikin.

Agahiya te jê heye?

Wê dîsa bihar were çiyayên bajarên me!” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar