Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Vîrusa koronayê: Gelek welatan xwe îzole kir

Navenda Nûçeyan |

Vîrusa koronayê ku ji Çînê belavî hemû cîhanê bû, heta niha bû sedema bi hezaran kesan. Ji ber zû belavbûna vîrûsê di serî de welatên Ewropayê gelek welat xwe ji cîhanê îzole kirin.

Têkildarî vîrusê Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ragihand ku di çarçoveya tevdîrên nû de yên li dijî şewba Covîd-19, Yekitiya Ewropayê û qada Schengenê sînorên xwe yên derve hemû girtine.

Macron diyar kir ku ev tevdîr herî kêm dê ji bo 30 rojan bin û wiha got: “Me ewropiyan biryareke hevpar wergirtin. Wê sînorên Yekitiya Ewropayê û qada Schengenê ji sêşemê û pê ve bên girtin. Di rewşa niha de jin û mêr ên fransî yên li derveyî welat û dixwazin vegerin welatê xwe, wê karibin vegerin welat.”

Lubnanê deriyên xwe girt

Li Lubnanê ji bo têkoşîna li dijî şewba Covîd-19, şêniyên welêt neçar in ku du hefteyan li malên xwe bimînin.

Wezîra Ragihandinê Manal Abdul Samed tevdîrên ji aliyê hikûmetê ve hatin wergirtin aşkera kir. Samed diyar kir ku mecbûrî ye ku welatî li mala xwe bimînin û tenê di rewşeke gelekî pêwîst de divê derkevin derve û ev tevdîra karantînayê dê herî kêm heta 29’ê adarê bidome.

Li welatê ku 4.5 milyon nifûsa xwe heye, her wiha zêdeyî milyonek penaberên sûriyeyî hene. Heta niha 99 nexweşên bi vîrûsa Covîd-19 hate tespîtkirin û 3 kes ji ber vîrûsê mirin.

Di çarçoveya tevdîran de dê Balafirgeha Navneteweyî ya Beyrûdê ji roja çarşemê û pê ve heta 29’ê adarê girtî be. Derbasbûna ji bendergeh û deriyên sînor jî bi rengekî demkî di heman demê de qedexe bin.

Tevî vê yekê ji bilî firin û şîrketên xwarinê, dê şîrket hemû û cihên bazirganiyê girtî bin.

Hikûmetê navendên sporê, bar û dîskotek jî qedexe kir. Di vê çarçoveyê de konser û çalakiyên hunerî hatin betalkirin. Banka wê vekirî bin. Di asta herî kêm de divê xizmetê bidin.

Rayedarên şîa û sûnî jî nimêjên înê û kombûnên din hemûyan ên li mizgeftan heta fermaneke nû rawestandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar