Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Li girtîgehan li dijî vîrûsa korona tedbîr nehatine girtin

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa korona ku li Çinê derket holê li hemû cîhanê belav bû. Piştî vîrûs li cîhanê belav bû, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) vîrûs wekî ‘pandemi (şewba kurevî)’ pênase kir. Li cîhanê zêdeyî 7 hezar mirov bi vîrûsê mirin. Li Tirkiyeyê jî li gorî daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca 47 kes bi nexweşiya vîrûsê ketin. Piştî ev nexweşî li Tirkiyeyê belav bû, hevdîtin û ziyaretên bi girtiyan re qedexe kirin. Vê yekê bêtir fikarên parazvanên mafên mirovan û malbatan ên ji bo girtî û girtîgehan zêde kir.

Têkildarî tedbîran Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn û xebatkara Tora Tenduristiyê ya Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Ceza (CİSST) Jiyan Ay nirxandin kir.

Endamê komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn diyar kir ku girtîgeh di bin rîskek gelek mezin de ne û wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan pir zêde ye. Ger ku ev nexweşî li girtîgehekê belav bibe, dê hovîtiyek pir mezin pêş bikeve. Ji ber vê yekê her çend Wezîrê Dadê bêje ‘Em tedbîran digirin’ jî em dema li rastiya girtîgehan dinêrin em ji vê yekê bawer nakin. Rastiya girtîgehan li ber çavan e. Qedexe û sînorkirina ziyareta malbatan a bi girtiyan re girtiyan terkî mirinê dikin. Divê bi lez girtî tev bên berdan. Di serî de divê girtiyên nexweş serbest bên berdan. Divê girtiyên din jî cezayên wan bên taloqkirin. Ger ku girtî neyên berdan jî divê teqez bi lez hemû girtîgehan bi rêk û pêk dezenfektan bikin. Divê girtîgeh pir paqij bin. Divê hemû alav û amûrên paqijiyê bê pere li girtiyan bê belavkirin. Dîsa divê li xwarin û vexwarina girtiyan baldar bin. Divê xwarina baş û bi qalîte bidin girtiyan.”

‘Li girtîgehan tu tedbîr nehatine girtin’

Xebatkara Tora Tenduristiyê ya CÎSST’ê Jiyan Ay jî anî ziman ku her çend Wezareta Dadê bêje girîgehan bi rêk û pêk dezenfekte dikin jî agahiyên ji wan re tên şandin, dijberi vê yekê ne û da zanîn ku dema xwarinê dîsa li heman salonê bi hevre xwarin dixwin û ev tişt anî ziman: “Li gorî agahiyên gihiştin destê me, li girtîgehan tu tedbîr nehatiye girtin. Ev rewş tenduristiya civakê ye. Ji ber vê yekê divê bi lez li girtîgehan tedbîr bên girtin. Divê rayedar malzemeyên paqijiyê bidin girtiyan. Gelek girtî ji ber rewşa wan a madî nebaş e, nikarin bi pereyên xwe malzemeyên paqijiyê bistînin. Divê bi lez tedbîr bên girtin û ev yek çareser bibe. Malbatên girtiyan bi fikar in. Malbat xwedî maf in der barê xizm û zarokên xwe de bibin xwedî agahî. Divê ev yek neyê astengkirin. Malbat diyar dikin ku heta niha daxuyaniya wezaretê neketiye pratîkê. Malbat xwedî fikar in.”

Gergerlîoglû: Divê girtî bên berdan

Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê û parlamenterê HDP’ê ya Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî rîsk û bandora vîrûsê ya li ser girtîgehan nirxand û diyar kir ku li gorî şertên asayî, rewşa li girtîgehan pir xerab e.

Gergerlîgolû behsa şert û mercên di girtîgehan de kir û wiha got: “Hejmar pir zêde ye. Ji ber qelebalixtiya di girtîgehan de, pirsgirêk pir zêde ne. Di qawîşên 15 kesî de 40 kes dimînin. Dîsa ji bo girtiyên jin pirsgirêkên pir mezin hene. Di odeyên 8-10 kesî de 21 kes dimînin. Ev gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne. Ji ber qelebalixtiyê xwarina ku divê bidin du kesan, didin 6 kesan. Ev jî rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedikin. Ji ber vê hêza pergala canê mirovan kêm dibe. Di mehên dawî de, li hin girtîgehan, şewba gurîbûnê derketiye holê. Ger vîrûsa korona bikeve girtîgehan, wê her tiştî ber xwe bibe. Ji ber ku di sewqên tenduristiyê de pirsgirêkên cîdî hene. Heya mirov derdikevin revîrê jî, rastî gelek pirsgirêkan tên. Di heman demê de bijîşk kêm in.”

 Test nayên kirin

Gergerlîoglû da zanîn ku ji ber sewqên derengmayî, mirov jiyana xwe ji dest didin û ev tişt anî ziman: “Li hin welatan ji ber vîrûsê girtî hatin berdan. Lê li Tirkiyeyê hîna jî tu gav ji bo vê nehatine avêtin. Şert û mercên testa vîrûsê kirin û girtî sewqkirinê yên li girtîgehan tune ye. Heya niha jî li girtîgehan test nehatiye kirin. Jixwe di vîr warî de rewşek pir derengmayî heye.”

‘Dibe ku efûya giştî bikeve rojevê’

Di axaftina xwe de Gergerlîoglû da zanîn ku bergiriyên li girtîgehan pir kêm in û wiha domand: “Dibe ku her kêlî li girtîgehan vîrûs belav bibe. Di girtîgehan de dayikên bi zarok hene, jinên ducanî hene, pîr û kalên girtî hene. Em baş dizanîn ku piraniya van girtiyên siyasî ne. Divê efûya giştî û daxistina ceza bikevin rojevê. Pêşniyara me heye. Qet nebe divê ceza heya salekê bên taloqkirin. Ji ber ku dûre kes nikare hesabê vê yekê bide. Lazim e ku pêvajoyeke berdanê ya girîng bê destpêkirin.”

Bang li komîsyonê kir

Gergerlîoglû dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê testên heyî pir kêm in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ji bo vîrûsê amûrên teşxîs û testan bên zêdekirin. Lazim e ku Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê bi lezgînî biçe girtîgehan û têkildarî vîrûsa korona lêkolîn bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar