Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li Tirkiyeyê êdî şûr nakeve tûr!

Mem Avba |

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlût Çavuşoglu jinişkan ve weke cambazekî ku ji kumê xwe kêvroşk derxistibe ragihand ku îro heta êvarê dê 3 hezar 616 hemwelatiyên xwe yên Tirkiyeyê ji neh welatên Ewropayê vegerînin Tirkiyeyê. Baş e çima? Ev welatiyên ku bên vegerandin kî ne, kengî çûne Ewropayê û heta niha çima li Ewropayê ne? Çavuşoglu çima niha ev mijar xiste rojevê?

Çavuşoglu îdîa dike û dibêje; ‘Ji bo ku welatên Ewropayê vîrûsa koronayê belav dikin, lewre em hemwelatiyên xwe vedikêşin Tirkiyeyê!’

Li gorî rayedar û ragihandina fermî ya Tirkiyeyê û ragihandina navdewletî jî aşkera kirî, li DYA’yê yek ji kesê destpêkê bi vîrûsa koronayê ketî, hemwelatiyê Tirkiyeyê bû. Dîsa hatibû  diyarkirin ku li Fransayê jî yek ji kesê destpêkê bi vîrûsa koronayê ketî dîsa welatiyê Tirkiyeyê bû.

Ev her du angaşt, rayedar û ragihandina alîgir a tirk bi zanebûn weke ku ‘Ewropa navenda vê nexweşiyê be, vîrûsa koronayê li Ewropayê derketiye’ belav kirin û xwestin têgihiştineke wisa çêbikin. Baş e çima?

Dewleta tirk ji aliyê erdnîgarî, siyasî û bazirganî ve, dîsa ji aliyê çand û hest ve herî zêde têkilî û danûstandinên xwe bi dewleta Îran û Çînê re heye. Tê zanîn ku bûyerên destpêkê yên vîrûsa koronayê li Çînê, paşê jî li Îranê hatin dîtin û berbelavê herêm û cîhanê bû. Dîsa ligel piştî bûyerên vîrûsa koronayê rû dan û şûnde, hema bêje hemû welatan sînorên xwe yên bi Îran û Çînê re girtin û çûn û hatin, dan û standinên xwe sekinandin, an jî sînordar kirin. Lê belê dewleta tirk heta zext û hişyariyên zêde yên civaka Tirkiyeyê li dewlet û hikûmetê çênebûn, sînorê xwe yê bejahî bi Îranê re negirt. Ligel ku sînorên bejahî yên bi Îranê re weke formalîte girtibe jî, têkiliyên xwe yên siyasî, aborî-bazirganî hwd. domandin û heta niha jî didomin.

Heta van rojên dawî jî dewleta tirk înkar kir û ser nixumand ku ‘Li Tirkiyeyê vîrûsa koronayê nîne û tedbîrên xwe girtine.’ Lê piştî ku êdî nekarîn veşêrin, neçar man qebûl bikin ku li Tirkiyeyê ev nexweşî heye û civak di nava panîk û tirseke zêde de ye.

Baş e, ligel ku tevahiya cîhanê bi vê vîrûsê re di nav têkoşînê de ye, dewleta tirk çima aşkera nekir ku li welat ev nexweşî heye?

Li gorî çavdêriyên siyasî, tenduristî û saziyên navneteweyî aşkera dikin, rêjeya di van çend rojên dawî ya vîrûsa koronayê ya ji nişka ve li Tirkiyeyê derketî û weke kuvarkên biharê zêde dibe, nîşaneya wê ye ku li Tirkiyeyê demeke dirêj e ev nexweşî heye, berbelav e û di rêjeyeke zêde de civak bê ketiye. Lê tê veşartin.

Vêca heke em sedemên rastî yên nixumandina hikûmeta tirk a vê rewşê ku van saziyên navborî aşkera kirî rave bikin:

1. Şerê Idlib û bêçaremayîna dewleta tirk a li Idlibê.

2. Qeyrana kûr a aborî û siyasî ku dewleta tirk di nav de digevize.

3. Qeyran û aloziya siyasî, leşkerî, dîplomatîk, aborî hwd. a dewleta tirk a bi dewletên herêmê û DYA, YE û Rûsyayê re dijî.

4. Qeyrana Tirkiyeyê ya di nav xwe de dijî û tevahiya welat di rewşeke awarte de tê ragirtin.

Di dorhêla van xalên jor hatî destnîşankirin de; ji bo ku hem li derve li hemberî hêzên navneteweyî destê wê yê bazariyê lawaz nebe, di hundir de jî ji bo ku vê rewşa awarte ya heyî bidomîne, moralê leşker, hikûmet û beşa civaka bi xwe ve girêdayî ya xwedî hestên faşîzane xirab neke û binketina xwe ya ji vê qeyranê hinekî dîtir dirêj bike, rastiya hebûna vîrûsa koronayê ya li Tirkiyeyê veşart.

Niha jî bi vê daxuyaniyê Çavuşoglu dixwaze çawa ku di dema şerê Idlibê de bi penaberan gef li Ewropayê xwarî; niha jî bi heman awayî dixwaze welatên ewropî bike armanc û wan bi sûcdariya ku vîrûsa koronayê belav dikin tometbar bike. Lêbelê di rewşa heyî de tê dîtin ku ev kesên welatiyên Tirkiyeyê ku li Ewropayê bi vîrûsa koronayê ketî, li ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bûne û hêj jî ew rewş didome!

Lewre ev daxuyaniya Çavuşoglu ya vegerandina hemwelatiyên xwe yên ji bo welat, tê wate û nîşaneya ka rêjeyeke çiqas bilind a vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê heye bê veşartin û rojev bê guhertin û berojîkirin. Lê belê êdî şûr nakeve tûr!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar