Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Salı - 8 Ekim 2024

HRE: Em ê soza xwe ya rizgarkirina Efrînê di demekî kin de pêk bînin

Navenda Nûçeyan |

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî dagirkirina Efrînê û berxwedana hêzên wan a li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di sala 2018’an de bajarê Efrînê dagir kir. Li hemberî vê dagirkeriyê weke Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên me yên bibandor ên bersivdayînê berdewam dikin. Dewleta tirk a dagirker ku şeklê rojanekirî yê DAIŞ’ê ye, êrîşî rojavayê Kurdistanê kir û li cihên ku dagir kirine gelek sûcên mirovahiyê yên wekî qetlîam û guherandina demografyayê kir û dike.

Wekî Hêzên Rizgariya Efrînê îro, em hêviya vê axê ne û em ê hêvî û baweriyên wê bi cih bînin, xwîna gelê me û axa me xeta sor e û tu car nayê jibîrkirin.

Pêwîst e ev yek baş bê zanîn ku em ne hezkiriyên şer in, lê ji bo me dagirkirina welatê me her tim sedema şer û tolhildanê ye. Dijminê gelê me ji bilî şer tu tiştî fehm nake. Tecrubeya me ya du salên dawî ya berxwedanê li hemberî dagirkeran têrê dike ku em derbên giran li dagirkeran bixin û wî ji axa xwe ya pîroz derxin û ala azadiyê li Çiyayê Kurmênc bilind bikin.

Pêwîst e dost û dijmin her kes bizane ku em ji gelê xwe re careke din tekez dikin ku azadiya Efrînê erka me ya pîroz û sereke ye û di demeke ne dûr de pêk were. Êş û azarên ku gelê me bi destê dagirkerên tirk dîtin, dê bibe gogeke agir û refên dijmin bişewitîne û tune bike.

Em bi baweriya şervanên xwe vê dubare dibêjin; dê di sala sêyemîn a dagirkirina Efrînê de asta şerê me û hêza wê bilindtir û berfireh bibe û li hemû çiya, gund û kolanên Efrînê belav bibe. Hemû deverên Efrînê û derdora wê ji bo me çeperê şer e û hemû dagirker, çeteyên wan, sîxur û pêxasên wan di armanca şervanên me de ne, em ê li hemû deverên Efrînê bin û gelê xwe biparêzin.

Hemwextî wê, em bang li hemû ciwanan dikin ku sekneke neteweyî nîşan bidin û tev li Berxwedana Serdemê bibin. Di rewşên berxwedanê de cihê ciwanan nava refên me ye. Azadî nêzîk e û bila her kes di afirandina wê de cihê xwe yê birûmet bigire. Di heman demê de em bang li gelê xwe yê hundirê Efrînê û derveyî wê dikin ku bawerî û hêviya xwe ya azadiyê zindî û bi hêz bikin. Îro lehengên me bi xwîna xwe gavên girîng ber bi azadiyê ve diavêjin û serkeftinê diafirînin. Her wiha em bang li kesên ku destê xwe da destê dagirkeran û ziyan gihand gelê me, dikin ku ji vê kêliyê û şûn ve li namûs û rûmeta ku axa Efrînê daye wan, vegerin û ji dagirkeran dûr bikevin. Temenê dagirkeran kin e û dema têk biçin dê tu kesî li pey xwe neparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar