Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KJK: Bi rêbazên cuda be jî divê Newroz bê pîrozkirin

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek weşand û cejna yekitî, aştî û biratiyê Newroz li gelan û gelê kurd pîroz kir.

KJK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de Cejna Newrozê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li jinan hemûyan ên têdikoşin û li ber xwe didin pîroz kir.

Di daxuyaniyê de KJK’ê di kesayetiya Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Bêrîvan û Ronahî de cangoriyên têkoşîna azadiyê bi minet bi bîr anî û soz da ku sekna wan a têkoşer veguherînin meşa xwe ya Newrozê.

KJK’ê diyar kir ku gelê kurd xwedî çandeke qedîm û rêbaza xwe ya jiyanê ye û wiha domand: “Bi ziman, çand û nirxên xwe hebûna xwe li erdnîgariya xwe dewam kiriye. Bi ked, hilberîn û nirxên têra xwe dike, hebûna xwe li ser xaka xwe bi wate kiriye. Ji bo nirx û yekparebûna wateya xwe biparêzin gelek caran serî hil dane, li ber xwe dane û têkoşiyane. Gelek caran dagirkerî, talan û êrîşên qirkeriyê lê hatiye kirin lê hebûna xwe bi israr parastiye. Ji ber vê yekê serdest, netewe dewlet û hêzên mêtinger ên xwedî mejiyê Dehaq ê zalim timî zilm lê kiriye. Kurdan çawa ku zilma Dehaq têk birin û li Rojhilata Navîn qada jiyana bi çandên qedîm afirandin û bi gelan re bingeha jiyaneke azad danîn, bi rola xwe ya pêşengiyê ya ji vê berxwedanê re li Rojhilata Navîn li dijî DAIŞ’ê û dewleta tirk a faşîst ku palpiştê DAIŞ’ê ye vê mîsyona xwe bi têkoşînê dewam dikin. Kurd ji bo zîncirên mêtingeriyê bişikînin û xwe bigihînin azadiyê bi israr li ber xwe didin û weke şervanên bêdawî yê têkoşînê parastina xwe didomînin.”

Newroz îradeya kolektîf, ked û zanebûn e

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku dema ku Newroz tê gotin, kurd vê sala nû weke serdemeke guherîn û veguherînê dibînin û wiha hate diyarkirin: “Tu kurd naxwaze Newrozê bi tena serê xwe derbas bike. Ji ber ku zanin Newroz bîra civakî ye. Zanin ku Newroz îradeya kolektîf, ked û zanebûn. Newroz ji bo kurdan cejna herî bedew e, yek ji cejnên herî pîroz e, weke nirxê şaristaniya demokratîk tê dîtin. Em Newroza 2020’an bi vê hestê pêşwazî dikin. Em pê piştrast in ku wê vê têgihiştinê xwedî lê derkevin. Her kesê ku ji bo azadiyê gav avêtiye yan jî dilê xwe bi azadiyê re ye, wê bibe Newroz û bi hestên wekhevî û edaletê lêgerînên xwe yên azadiyê xurt bikin. Newroz rengê me ye, dengê me ye, nefesa me ye.”

‘Divê Newroz bi rengên cuda bê pîrozkirin

Her wiha KJK’ê bi bîr xist ku ji ber vîrusa koronayê ku li hemû cîhanê belav bûye û bû sedema mirina bi hezaran kesan Newroz îsal bi rengekî girseyî nayê pîrozkirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi rêbazên cuda jî be divê were pîrozkirin. Kurd dikarin meşaleyên xwe li ser banê mala xwe pêxin, bi ruhê berxwedanê yê Kawayê Heskinkar, Mazlûman, Zekiyeyan, Rahşanan û Ronahiyan, pêşwazî bikin. Li mala xwe bi vêxistin û vemirandina lampeyan, bi gotina sirûdan, bi ruhê Newrozê bê pêşwazîkirin. Bi komên biçûk jî be divê em karibin li kolanan govenda xwe bigerînin, stranên xwe bêjin Newroz pîroz be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar