Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Partî û rêxistinên kurd: Newroz wateya yekitî û berxwedanê ye

Navenda Nûçeyan |

Bi boneya Cejna Newrozê, gelek partî û rêxistinên kurd peyamên pîrozbahiyê parve kirin. Di vê çarçoveyê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), PKK, YJA Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurdistanî-Ewropa (TJK-E), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Marksîst, Lenînîst û Komunîst (MLKP) bi daxuyaniyên cuda cejna Newrozê li gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz kirin.

 

KNK

Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku Newroz li ser bingehê têkoşîna li dijî bindestiyê pêk hatiye û li dijî zilmê, koletiyê, dagirkeriyê, kolonyalîzm û her rengê bindestiyê bûye stêrka rizgarî û azadiyê. KNK’ê da zanîn ku hemû rejîmên ku li Kurdistanê dagirker, bi awayeke zalimane êrîşî gelê kurd dikin da ku Newrozê pîroz nekin. KNK’ê diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê Newroza îsal bi girseyî nayê pîrozkirin lê dîsa jî dê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedana Kawayê Hesinker û Kawayên hemdem pîroz bikin. KNK’ê got; “Di vê qonaxa giring ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da agirê Newrozê divêt bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yekitiya xelk û neteweyê Kurdistanê. Bila Newroza 2020’an bibe çeperê yekitî û tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir.”

PKK

Komîteya Rêveber a PKK’ê jî bi daxuyaniyekê Newroz li gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û diyar kir ku bi hêviyeke mezin bihareke nû û saleke nû ya Newrozê tê pêşwazîkirin û Newroz roja yekitî, berxwedan û azadiyê ye. PKK’ê şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî û got; “Em soz didin ku dê armanca wan bi ser bixin û bîranîna wan bidin jiyîn. Em tevger û gel diyar dikin di sala nû Newrozê de di xeta Rêbertî û şehîdan de, em ê bi rengekî hêj xurtir şer bikin û serkeftinên mezin li pey xwe bihêlin.” PKK’ê destnîşan kir ku Newroz li şûna kombûna li meydanan, ber her malê, her kuçe, her tax, her gund, her çiya bibine meydana Newrozê, pîrozbaniyên Newrozê bi vî rengî berbilav bikin. PKK’ê bang li gelê kurd kir ku bi giyanê Newrozê yekitî û rêxistiniya xwe ya netewî xurt bikin û berxwedana azadiyê geş bikin.

YJA STAR

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jî di serî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û cejna Newrozê li şehîdan, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li jinan, li gelê kurd û hemû gelan pîroz kir. YJA Starê destnîşan kir ku zarokên Kawayê azad îro li Rojava, li Başûr, li Şengal, li bakurê Kurdistanê û li Hêrêmên Parastinê yên Medyayê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê şer dikin û kevneşopiya berxwedanê didomînin. YJA Starê destnîşan kir ku Newroz di heman demê de cejneke jinê ye, êdî ji şoreşa jinê re jî şahidî kiriye. YJA Starê diyar kir ku Newroza îsal hem bersiva li komkujî, êrîşan hemûyan e, hem jî bersiva li înkarkeran e.

TEV-DEM

TEV-DEM’ê jî di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Newroz bi cewherê xwe nîşaneya yekitiya gelên berxwedêr, vîna gelên têkoşer a li dijî rejîmên dîktator û serdema sîtemkariyê û kesên hebûna gelan înkar dikin û qir dikin e. Daxuyanî wiha dom kir: “Em ê cejna Newrozê bikin bingeha rizgariya herêmên ku artêşa tirk dagirkirine û bi ruhê Newroza 2020’an em ê Newrozê bikin bingeha rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hemû herêmên artêşa tirk û çeteyên xwe dagirkirine.”

HDK

Desteya Rêveber a HDK’ê jî daxuyand ku dê Newroza 2020’an bi coş û îradeyeke xurt a têkoşînê pêşwazî bikin. HDK’ê diyar kir ku Newroz di heman demê de hilweşandina desthilatdariya zilmê û avakirina jiyana li ser bingeha wekheviya konfederal a civakan e. HDK’ê daxuyand ku Newroza 2020’an li dijî şer, zilm, newekhevî, zext û girtinê ji her demê bêhtir wê bibe dengê azadî û têkoşînê.

KCDK-E

KCDK-E’yê jî ji ewil şehîdên Newrozê bi bîr anî û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê kurd ê berxwedêr, gelên herêmê û mirovahiyê pîroz kir. Daxuyanî wiha dom kir: “Pîrozbahiyên Newrozê ku me yê li ser bingeha yekitiya neteweyî îsal pêk bianiya, ji ber şewba vîrûsa koronayê li şûna pîrozbahiyên giştî, divê em bi komên biçûk li her malê û li her deverê pêk bînin.  Di vê çarçoveyê de her kes dikare li şaneşîn û camên mala xwe afîşa ‘Newroz pîroz be’ daliqîne, rengên neteweyî hildin, lampeyên li malê vêxin û vemirînin, sirûdên me bixwînin û bi nîşaneyên Newrozê pîrozbahiyê bikin.”

TJK-E

TJK-E’yê bi wesîleya Newrozê peyamek weşand û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel û jinên kurd pîroz kir.  Di daxuyaniyê de hate ragihandin her rojên 40 salên têkoşîna azadiyê veguherîn roja berxwedanê ya Newrozê û li dijî sîstema mêtingeriyê ya bi serweriya mêr, nasnameya ‘jin a azad’ bi ked û berxwedaneke destanî hatiye afirandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Newroza 2020’an dê biryardariya wan a ji bo mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê xurtir bike.

Peyamên saziyan ji bo Newrozê

FEDA’yê destnîşan kir ku azadiyeke bi rûmet bi yekîtî û hevgirtinê dibe û bang li her kesî kir ku agirê Newrozê li hewşa xwe û kolanên xwe vêxin û Newrozê pîroz bikin.

TJA’yê jî diyar kir ku ew îsal nikaribin li qadan Newrozê pîroz bikin jî, li her cihê lê ne, li şaneşîn û camên xwe bi telefonan, bi lampeyan bi tilîliyan wê Newrozê pîroz bikin.

KCD’ê jî bi hêviya ku dawî li tecrîdê bê anîn, siyaseta demokratîk û çareseriya aştiyane pêkw ere Newroz li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.

MLKP

Komîteya Navendî ya MLKP’ê Newroz pîroz kir û got; “Cejna rûmet û azadiyê ya neteweya kurd Newroz li gelên herêmê hemûyan pîroz be. Di demekê de ku sîstema kapîtalîst-emperyalîst mirovahî xistiye nava êşên giran û tirsên mezin, em Newroza 2020’an pêşwazî dikin. Ji ber şewba vîrûsa koronayê ew Newrozê bi girseyî pîroz nekin jî, bi komên kêmî 10 kesî divê li her deverê pîroz bikin, agirê Newrozê vêxin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar