Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dîsa Newroz pîroz be!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Mixabin em îsal di şert û mercên xerab de Newroza xwe pîroz dikin. Li alîkî êrîşên leşkerî yên dewletan, ev ne bes bû li aliyê din ve jî vîrusa koronayê! Dibe ku hinek bêjin ma kengî me Newroz di wexteke bê xeterî û bê şer û ceng de pîroz kiriye?

Ev jî rast e, hema hema em dikare bêjin ewqas salên dirêj di ser dîroka Newrozê re derbas bûye lê me gelek sal bi aramî û bê şer û ceng pîroz nekiriye û em azad nejiyane.

Belê ger ewqas sal û qonax derbas bûne, dîsa jî Newroz nehatiye jibîrkirin û di bin çi şert û mercên zor de be jî, her hatiye bibîranîn û hatiye pîrozkirin. Ev jî mezinbûna wî ruhê berxwedêr û daxwaza xurt a azadbûnê ya naveroka bûyera Newrozê ye.

Her wiha li ser gelê me ewqas zilm û wehşeta mezîn û demdirêj hatiye meşandin ku lewma têkoşîna li hember vê zilmê, desthilanîn û serîhildan a li hember vê wehşetê jî ewqas mezin e, ewqas xweragir e, ewqas xwedî îrade û naverokek mezin e.

Ewqas sal û zeman derbas bûbin, dibe ku hinekan gotibe ev roj  ev agir, ev cejn, rûmet, ev keramet û azamet, ev lehengî, ev hêvî û ev daxwaz hatibe jibîrkirin, bi taybetî jî weke ecdadê Receb/dewleta tirk gotibû me xistiye bin erda çiyayê Glîlê û me ser wê bi betonê dagirtiye û êdî nikare rabe ser xwe. Lê naxêr, hem jî di şert û mercên herî xerab de, hema hema weke dema zalimê Dehaq, agirê zilmê dibariya li Kurdistanê û li paytexta wê; li zindana Amedê, neviyê Kawayê Hesinkar pêşengê Newrozê, Kawayê Hemdemî Mazlûm Dogan; serî hilda û ji gelê xwe re, ji heval û hogirên xwe re got; Newroza we pîroz be! Dehaqê modern Kenanê faşîst û koma wî ya qatil, şaşo maşo bûn û veniciqîn.

Erê ev demek dirêj e, bi taybetî vê îradeya ewqas mezin a Kawayê Hemdemî Mazlûm û bi giştî tevgera azadiyê ya Rêberê wî û hevalên wî û gelê wî dide meşandin, cîhana zilmê ya neyaran hejand û bi taybetî li Rojava, ev îrade gihişt asta şoreşê û ev nêzî 10 sal in ku pergala xwe ya hemdemî ya destpêka hemdemiya demokratîk (modernîteya demokratîk) jî, pergala modernîteya kapîtalîst bi giştî xiste nav tirsê; ku ji pergala xwe re alternatîf dibînin.

Îcar di vê qonaxa Cejna Newroza îsal de ev vîrusa xedar derket, wê jî cîhan hejand, hem jî di demek kurt de û bi giştî cîhan; ter û hişk bi hev re! Erê li ser vê bûyerê gelek gotin û senaryo hene. Bi giranî tê gotin ku DYA, ev derxistiye, ji bo ku pêşiyê li mezinbûna aboriya Çînê bigire yan jî bi giştî derbê li dewleta Çînê bixe. Ev senoryo ne dûr e ji mentiq û aqil!

Lê çi dibe bila bibe, ew gotina ku “xweza hesab ji însanan dipirse, êdî qebûl nake ku ewqas bi wê were lîstin û li hember vê hemleyê xwezayê jî dest bi hemleya xwe kir û însanan ceza dike” û hwd.

Encama van senaryoyan hemûyan li derwazekî digihên hev: Hêzen hegemon ên cîhanê; xwedanê modernîteya kapîtalîst, ji bo berjewendiyên desthilatiya xwe ya kêmek mirov, hemû mirovatiya cîhanê jî û xweza jî daye ber talanê û karekî mezin ê xeter dikin. Xema wan ne jiyana mirovane, bi tenê xema wan dewlemendî û desthilatiya wan e.

Îcar divê hemû hêzên xemdarên mirovahiyê ne, xemdar û xwazgîniyên azadî û aramî û aştî û xweşî û başiyê ne, divê li hember hemû siyaset û senaryo û kiryarên van dewletên hegemon rabin û bibin yek.

Hema bi tenê mirov bala xwe bide xulamokekî wan Receb tenê jî mirov dikare armanca wan bi hêsanî nas bike. Piştî ewqas wext derbas bû, ewqas însan mirin, hîn nû derket axivî. Hema bi kurtî naveroka axaftina wî wisa bû: “Em dikarin vê bûyerê ji bo berjewendên xwe bikin derfet û weke fersendekê bikar bînin û hwd.”

Xwedê giravî rojekê bi temamî civînek demdirêj pêkanî û ji hemû pêkhateyên civakê vexwendibû! Lê em bala xwe didinê, di civakê de saziya herî têkildar a vê vûrusa xeter, yekitiya doktoran û yekitiya dermandaran e, ev her du sazî jî venexendiye civînê. Çima? Civîn jî ne li seraya xwe, li Çankayayê çêkir, ma ev jî ne balkêş e?

Ji ber ku weke di axaftina xwe de diyar dike; xema wî ne jiyana mirovan e, xema wî bi tenê qezenca peran e û bes!

Belê ji bo me çi lazim e? Divê em li hember van siyaset û senaryoyên kujerên mirovahiyê ne, hişyar bin û her wiha hîn mezintir bi rêxistin tevbigerin û her çi dibe bila bibe em ê dîsa Newroza xwe ya îsal jî, bi berfirehî pîroz bikin. Lê belê divê bi awayekî zanetir û bêyî gelê me zirar û ziyanê bibîne û li gorî sazî û kesên bijîşk û hekîman, bi hejmarên biçûk an yek yek, an li malên xwe, bi nîşan û sembol û reng û dengên li gorî ruhê Newrozê vê cejna xwe pîroz bikin.

Ne vîrusa koronayê û ne jî vîrusa Receb û Bahçelî dikarin Newroza me rawestînin, em ê her bi çi awayî be jî pîroz bikin, ji ber ku êdî gelê me jî zana bûye!

Cejna Newrozê, li gelê me û hemû gelan pîroz be!

Nûçeyên Têkildar