Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Newroz serkeftina tifaqa gelan e

Mehmet Şahîn |

Em di meha adarê de ne. Meha adarê meha şehîdan e, meha berxwedanê ye, meha lêheng û pakrewanan e, meha mirina Dehaqan û azadiya civakan e, meha Newrozê ye, destpêka biharê û destpêka jiyana nû ye. Lewre meha adarê ji bo gelê kurd û hemû gelên bindest meheke gelek girîng û watedar e.

Civaka kurd 2 hezar û 632 sal in, roja 21’ê adarê cejna Newrozê pîroz dike. Lê cejna Newrozê ne bi tenê ya civaka kurd e ya hemû gelên Rojhilata Navîn e, bi taybetî cejna civakên bindest e.

Newroz him ji bo gelê me û him jî ji bo gelên bindest, destpêka salê ye. Di destpêka salê de mirov, civak û xweza xwe nû dikin. Pratîka xwe ya sala dawîn di ber çavan re derbas dike, şaşî û kêmasiyên xwe dibîne û ji holê radike. Ji bo bigihîje armancên xwe nexweşî û kêmasiyên xwe yên heyî dibîne û xwe ji wan rizgar dike.

Girîngiya xwepaqijkirina ji kirêjiya dîrokê di peyama Sema Yûce de veşarî ye ku yek ji şehîdên Newrozê ye. Beriya ku bibe şehîdê Newrozê di nameya xwe de wiha dibêje; ‘Ez ê tenê mûyeki xiyanetê jî di laşê xwe de nahêlim.’ Peyama Sema Yuce ya nemir ji bo gelê kurd peyameke gelek mezin û girîng e. Rêheval Sema Yuce dizane ku hemû trajediyên kurdan ji ber îxanetan, ji ber ‘kurmên darê’ pêk hatine. Lewre di peyama xwe de bang li gelê xwe dike ku ruhê xwe bi agirê Newrozê bişon û xwe ji hemû cureyên îxanetan rizgar bikin.

Ruhê Newrozê, ruhê azadî û demokrasiyê ye, ruhê serkeftinê ye. Di ruhê Newrozê de berxwedan, serhildan, yekitî û tifaqa neteweyî esas e. Hemû serhildan û berxwdanên kurdan bi ruhê Newrozê hatine efsûnîkirin. Hemû rêxistin û tevgerên azadiyê li ser hîmê Newrozê hatine avakirin.

Cejna Newrozê ji bo civaka kurd Kongreya Neteweyî ye, tifaq û hevkariya civakî ye, tifaqa gelan e, berxwedana azadiyê ye, berxwedana li dijî zilm û zordariyan e, li dijî koletiyê serîrakirin e.

Ji ber ku gelê kurd qadên Newrozan wekî qadên Kongreya Neteweyî dibîne her sal bi hestên neteweyî berê xwe dide wan qadan û daxwazên dilê xwe, armancên xwe di wan qadan de tîne ziman û nexşerêya berxwedana xwe ya salane di wan qadan de diyar dike. Ev peyam him ji bo serdest û dagirkeran e, him jî ji bo rêxistin û tevgerên kurdan.

Rêxistin, tevger û pêşengên ku guh bidin daxwazên gel û nexşerêya berxwedanê ya ku gel diyar dike esas bigirin ew dibin yên gel. Yên bibin ên gel têkçûna wan êdî nepêkan e. Tevgera Azadiya Kurd û rêberê wê Birêz Ocalan 40 sal in qadên Newrozan û peyamên gel esas digirin. Ji ber vê yekê ye ku Tevgera Azadiya Kurd û Birêz Ocalan bûne gel bixwe û 40 sal in bênavber bi awayekî herî serkeftî li ber xwe didin.

Di Newrozan de gelek serhildan û berxwedan pêş ketine. Wan serhildanan bandoreke mezin li civaka kurd kiriye û bûne sedemên guherînên gelek mezin ên ku her yek bi qasî şoreşekê girîng in. Di pêşketina hestên neteweyî de, di pêşketina çandê de, di civakbûyînê de, di demokratîkbûyîna civakî de, di azadiya jinê de guherînên ku her yek bi qasî şoreşê girîng in pêk hatine.

Wan şoreşan di civakê de guherînên gelek mezin pêk anîne. Di encama wan şoreşan de civakeke nû û kesayetiyeke nû hatiye afirandin. Ji ber vê yekê ye ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji civaka kurd re dibêje “Civaka Newrozê, Gelê serhildanê”.

Belê hemû salên kurdan dijwar û kirîtîk in lê Newroza îsal di rewşeke ji hemû salan dijwartir û krîtîktir de tê pîrozkirin.

Li çar parçayên Kurdistanê li ser Kurdan êrîş hene, siyaseta qirkirinê bê navber berdewam dike, li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke mitleq a hovane ya ku di cîhanê de mînakên wê tine ne tê meşandin. Bi taybetî li Bakur, qirkirina siyasî, kuştin, îşekence, talan û wêrankerî bênavber dewam dike.

Saziyên kurdan hemû hatine girtin û yên mayî jî yek bi yek tên girtin. Wekîl û şaredarên ku vîna civaka kurd temsîl dikin yek bi yek tên girtin û cezayên giran ên derhiqûqî li wan tên birîn.

Li Rojava, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab û gelek deverên din hatine dagirkirin. Li wan deveran jî siyaseta qirkirinê bênavber dewam dike. Bi kurtahî hemû cureyên qirkirinan bi awayekî herî hovane li çar parçeyên Kurdistanê li ser civaka kurd tên meşandin. Bi kurtahî di bin siyaseta qirkirinê ya hovane de em îsal Newrozê pêşwazî dikin.

Newroz, cejna serkeftina tifaqa gelan a li dijî Deheqan e. Li dijî dehaqên hemdem îro jî pêdivî bi tifaqa gelan heye. Çawa 2 hezar û 632 sal berê gelan tifaqa xwe pêk anî û Dehaqê xwînmij têk birin, îrô jî dikarin tifaqa xwe pêk bînin û Dehaqên hemdem yek bi yek têk bibin. Ev erkeke mirovî ya hemû kes, sazî, rêxistin û gelan e.

Niha dîsa Newroz ruhê tifaqê dixwaze; yekitiyê dixwaze, berxwedan û azadiyê dixwaze. Newroza 2020’an ruhê tifaqê, ruhê yektiyê li ser hemû kes û civakan ferz dike. Li ser civaka kurd tifaqa neteweyî, di pêşengiya hêzên demokratîk û sosyalîstan de tifaqa civakan ferz dike. Jêdera Newrozê nîşanî me dide ku têkbirina Dehaqan bi tifaqa gelan pêkan e û gelek hêsan e.

Belê, ji ber tedbîrên tenduristiyê kombûna li qadan hat betalkirin lê ev nayê wê wateyê ku dê kurd dernekevin qadan û Newrozê pîroz nekin. Bervajî hewce ye hemû qad, kolan, tax , gund û her malek bibe qadên Newrozê û bi coşeke herî xurt Newroz were pîrozkirin. Divê hemû kes tev li pîrozbahiyan bibe û helwesta xwe ya li dijî siyaseta qirker nîşan bidin ku rayedarên hikûmeta AKP’ê fêm bikin ku siyaseta wan a qirker tu encam nade.

Hewce ye em ji bîr nekin ku bidawîbûna siyaseta qirker girêdayî helwesta me ye. Lewre hewce ye helwesta me gelek zelal û xurt be. Heke ji hêla civaka kurd ve helwesteke xurt were nîşandan dê rayedarên hikûmeta AKP’ê bibînin ku siyaseta ku li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan dimeşîne, siyaseta qirker a ku li ser çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne ji bo wan encameke erênî nade û berovajî hêrs û berteka civaka kurd zêde dike. Wê hikêmeta AKP’ê neçar bimîne ku dest ji wê siyaseta xwe ya qirker û kirêt berde.

Dîrok nîşanî me dide ku, têkoşînên ku bi ruhê Newrozê ve girêdayî li berxwe dane bi ser ketine, rêxistin û tevgerên ku bi ruhê Newrozê ve girêdayî meşiyane biserketine û temenê xwe dirêj kirine. Di wî warî de mînaka herî girîng Tevgera Azadiya Kurd bi xwe ye.

Bêguman ên ku Tevgera Azadiyê anîne vê astê û civaka kurd kiriye ‘Civaka Newrozê’ kesayetên mezin ên ku bi lêhengiya xwe rêya serkeftinê nîşanî me dane şehîdên Newrozê bi xwe ne. Di şexsê Mezlûm û Egîdên nemir de em hemû şehîdên Newrozê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber lehengiya wan a bêhempa ditewînin.

Bi hêviya ku Newroza îsal bibe Newroza têkbirina siyaseta AKP’ê ya qirker.

Newroz pîroz be…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar