Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Zêdetirî 10 hezar û 28 kes ji ber vîrûsa koronayê mirin

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê piştî ku li Çînê derketî, niha li seranserê cîhanê belav dibe û bi xwe re encamên giran tîne. Hejmara kesên bi vê vîrûsê ketin û jiyana xwe ji dest didin her ku diçe zêdetir dibe. Zêdeyî 245 hezar mirov heta niha bi vîrûsa korona ya nû ketine û ji van heta niha 10 hezar û 28 kes mirine.

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê hejmara nexweş û qurbaniyên vîrûsa koronayê zêde dibe. Lê bawerî bi daxuyaniyên rayedaran nayê. Wezîrê renduristiyê yê tirk Fahrettîn Koca diyar kir ku heta niha 4 kes ji ber vîrûsa Covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dane û hejmara nexweşan jî 359 kes in. Lê belê saziyên tenduristiyê dibêjin ku hejmara qurbaniyan û nexweşan zêdetir e.

ÇÎN

Li Çînê ku vîrûsê lê dest pê kir, ev du roj in kes bi vîrûsê neketine. Daîreya Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê diyar kir ku di nava du rojan de kes li nava welat bi vîrûsê neketine lê 39 kesên ji derveyî welat hatin bi vîrûsê ketine. Kesên ji derveyî Çînê bên dê 14 rojan di karantînayê de bên hiştin. Li Çînê heta niha 80 hezar û 957 kes bi vîrûsê ketin. Hejmara qurbaniyan jî 3 hezar û 248 kes bû.

ÎTALYA

Ji aliyê qurbaniyan ve Îtalya ji Çînê jî derbas bû. Di nava 24 saetên dawî de 427 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara qurbaniyên li Îtalyayê bû 3 hezar û 400 kes. Li Îtalyayê heta niha 300 zarok bi vîrûsa koronayê ketin. Serokê Yekitiya Bijîşkên Zarokan a Îtalyayê Alberto Vîllanî got; “Heta niha ji zarokên bi nexweşiyê ketine kesî jiyana xwe ji dest nedane û bi rengekî giran nexweş neketine. Xuya ye vê gavê vîrûsa korona ji bo zarokan ne pirsgirêk e.”

ÎRAN

Li Îranê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê zêde dibe. Piştî Çîn û Îtalyayê vîrûsê bandora herî giran li Îranê kir. Li Îranê 149 kesên din jiyana xwe ji dest dan û hejmara qurbaniyan bû hezar û 433 kes. Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kirin ku 19 hezar û 644 kes bi vîrûsê ketine.

SPANYA

Li Spanyayê di nava rojekê de 235 kesên din ji ber vîrûsê mirin û hejmara qurbaniyan bû hezar û 2 kes. Serokê Navenda Rewşa Lezgîn a Nexweşiyên Şewbê Fernando Sîmon anî ziman 19 hezar 980 kes li Spanyayê bi vîrûsê ketine.

ALMANYA

Li Almanyayê, Enstîtuya Robert Koch ku di mijara nexweşiyên şewbê de pispor e, li ser rewşa dawî agahî parve kir. Serokê Enstîtuyê Lothar Wîeler diyar kir ku di nava rojekê de 2 hezar û 958 kes bi vîrûsê ketin û ragihand ku bi vî rengî hejmara nexweşan gihîşt 14 hezar kesî.

INGILISTAN

Li Ingilistanê heta niha 3 hezar û 269 kes ên bi vîrûsê hatin tespîtkirin û 144 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Ingilistanê bang li 65 hezar bijîşk û hemşîreyên teqawîtbûyî hate kirin ku li dijî şewbê bibin alîkar û dest bi wezîfeyê bikin.

AWUSTRALYA

Li Awûstralyayê li mirovên ku ji keştiya Rûby Prîncess a bi 3 hezar û 800 rêwiyî vîrûsa koronayê hate tespîtkirin. Keştî duh li bendergeha bajarê Sydneyê rawestiyabû. Bang li rêwiyên di keştiyê de hate kirin ku tavilê xwe bixin karantînayê. Rayedaran diyar kirin ku heta niha li 13 kesên di keştiyê de test hatiye kirin û 3 ji wan bi vîrûsê ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar