Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmerge: Hêviya me ew e ku Newroz bibe wesîleya yekitiya gelê kurd

Navenda Nûçeyan |

Pêşmergeyên Herêma Germiyanê ku li eniyên pêş in, li çiyayê Mirwarî cejna Newrozê pîroz kirin. Pêşmergeyan bi boneya Newrozê hêviyên xwe yên sala nû anîn ziman û xwestin ku yekitiya neteweyî ya gelê kurd ava bibe.

Ji pêşmergeyan Amir Ebulrehman bi hatina sala nû ya kurdî û cejna Newrozê re, cejna her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “Hêvîdarim ku Newroz bibe wesîleya yekitiya Kurdistana mezin û serkeftina gelê kurd. Ez bang li hemû aliyên siyasî dikim ku yekitiya neteweyî ya gelê kurd ava bikin.”

Bang li aliyên siyasî kir

Pêşmerge Hîwa Seîd jî bang li hemû aliyên siyasî kir da ku hizbatiyê bidin aliyekê û yekitiya xwe ava bikin. Seîd destnîşan kir ku ew dixwaze ku cejna Newrozê bibe cejna biratî û yekitiya her çar parçeyên Kurdistanê.

Herî dawî jî pêşmergeyê bi navê Arif Mihemed axivî û ev tişt anî ziman: “Ez cejna Newrozê li hemû gelê kurd pîroz dikim. Em di çeperên şer de weke bira bihevrene û parastinê dikin. Hêvîdarim hemû hizb û aliyên siyasî jî nakokiyên xwe bidin aliyekê û yekitiya xwe çêbikin. Ji ber ku yekitiya neteweyî zimanê serkeftin û parastina destkeftiyên me dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar