Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Kîta ku li Rojava hatiye pêşxistin xelata afrîneriyê wergirt

Navenda Nûçeyan |

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel peymangeha PES a Swêdê piştî xebatên girîng ‘Kît’ a ku di 30 saniyeyan de vîrûsa koronayê tesbît dike ragihandibûn. Têkildarî mijarê rayedarê peymangeha PESA ya Siwêdî li Rojhilata Navîn Sêrwan Ehmedî ji ANHA’yê re axivî.

Sêrwan Ehmedî diyar kir ku ew ev salek û nîv zêdetire ku bi Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixebityin û wiha got: “Piştî belavbûna vîrûsa koronayê, me ji sifrê dest bi test û tecrûbeyên der barê koronayê de kir. Di encamê de me cîhazeke  ku dikare di 30 saniyeyan de vîrûsa koronayê tesbît bike dît. Em dikarin vê ‘Kît’ ê li hemû dewletên cîhanê re bişînin. Me ev kît li Wûhanê ceriband. Di tecrûbeyan de encamên erênî derketin. Ji nava hemû tecrubeyên cîhanê, serkeftîtir tecrûbe ya me ye.”

Serkeftîtir kît a cîhanê ye

Ehmedî da zanîn ku ferqa vê kîtê ji yên din ew e ku dikare bertekên li ser giloverkên spî der barê derbasbûna tiştekî biyanî ji laşê mirov re binase, her wiha tu madeyên kîmyawî ku zirarê bigihîne mirov û bandorê li rewşên hewayê bike tê de tune ne. Ehmedî destnîşan kir ku ev tecrûbe bi rêya birina cire (mestereyeke) ji belxema mirov pêk tê û encamên wê tenê di 30 saniyeyan de diyar dibin.

Pêşkeşî akademiyên Swêdê kirin

Herî dawî jî Sêrwan Ehmedî ev tişt destnîşan kir: “Ev kît li nexweşxane, navendên tenduristiyê yên hikûmetê û akademiyên Swêdê jî hatin pêşkeşkirin. Me bawernameyên navdewletî yên fermî wergirtin. Tecrûbeya me bawernameyên navdewletî, bawernameyên ISO 9000 ku malbata hêmanên bingehîn ên cîhanê ne wergirtin ku tê de komeke ji hêmanên sîstema rêvebirina başbûn û pîvanên ISO’yê hene. Hin dewlet hewl didin vê tecrubeya me ya li Rojava reş bikin. Lê tecrûbeya me xelata afirîneriyê û bawernameya ISO’yê wergirt. Dixwazin keda kadroyên bijîşk ên Rojava reş bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar