Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Darbeya qeyûm: Dijminatiya AKP’ê ya li dijî kurdan di dema felaketan de jî didome

Navenda Nûçeyan |

Wezareta Karê Hûndir a Tirk qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlih û navçeyên Farqîn, Lice, Erxenî û Gêlê yên Amedê kirin. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiyên şaredariyê dorpêç kirin, cadeyên li ber şaredariyên li trafîkê girtin û karmendên şaredariyê negirtin hûndirê şaredariyan. Bi tayînkirina qeyûman re, bi ser malên hevşaredaran de jî hatin girtin.

Di serdegirtina malan de hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl û hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya hatin binçavkirin.

Şaredariya Êlihê

Polîsan bi bariyeran derdora Şaredariya Êlihê girtin û cadeya pêşiya şaredariyê li trafîkê girt. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û komekê li ber Şaredariya Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan. Polîsan li ser vê yekê êrîşî komê kir. Di êrîşê de polîsan hevserokên HDP’ê yên Êlihê Fatma Ablay û Omer Kulplu jî di nav de bi giştî nêzî 10 kes binçav kirin.

Şaredariya Licê

Li navçeya Licê jî polîsan saet di 06.00’ê serê sibê de avahiya şaredariyê xistin ablûkayê. Pollîsan nehişt ku karmendên şaredariyê bikevin avahiya şaredariyê. Der barê hevşaredarê Licê Tarik Mercan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Hevşaredara Licê Rûken Yilmaz diyar kir ku polîsan navnîşana hevşaredar Tarik Mercan pirsiye.

Şaredariya Erxeniyê

Polîsan avahiya Şaredariya Erxeniyê jî xistin dorpêçê û nehêlan tu kes bikeve hundir. Her wiha hevşaredar Ahmet Kaya li malê hate binçavkirin. Endamên Meclisa Şaredariyê û rêveberiyên HDP’ê yên navçeyê li ber avahiya şaredariyê disekinin. Hat zanîn ku qeymeqamê navçeyê weke qeyûm hatiye tayînkirin.

Şaredariya Gêlê

Di saetên serê sibehê de her wiha polîsan bi ser Şaredariya Gêlê de jî girtin. Li avahiya şaredariyê lêgerîn hate kirin. Destûr nayê dayîn ku karmendên şaredariyê bikevin hûndirê şaredariyê. Polîsan di ketina avahiyê de ala tirkan daliqandin.

Şaredariya Farqînê

Li Farqînê jî di danê sibehê de polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girt. Polîsên ku bi ser mala hevşaredar Naşîde Toprak de girtin, Toprak binçav kirin. Polîsên ku di serî de nehiştin karmend bikevin şaredariyê, piştî lêgerînê destûr dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku HDP’ê di hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê de, 3 şaredariyên bajarên mezin, 5 şaredariyên bajar, 45 şaredariyên navçeyan û 12 şaredariyên bajarokan, bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibûn. Bi tayînkirinên qeyûman ên herî dawî re, qeyûm tayînê 3 şaredariyên bajarên mezin, 2 şaredarên bajar, 30 şaredarên navçeyan û 3 şaredarên bajarokan hatin kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar