Navenda Nûçeyan |
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19’ê adarê de belavokek derxistibû û tê de gelek biryarên li dijî vîrûsa koronayê hatibûn destnîşankirin. Ji van biryaran yek jî ya herî girîng jî, biryara qedexeya derketina derve ya li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Qedexeya derketina derve îro di di danê sibehê saet 06.00’an de dest pê kir.
Biryar heya demekê ne diyar dê bidome. Li gorî biryarê;
* Tevger û veguhestina di navbera rêveberiyên xweser û sivîl, di navbera bajarên sereke, di nav her rêveberiyê de tê qedexekirin.
* Tevahiya xwaringeh, kafe, bazar, parkên giştî, iyadetên taybet, holên şahiyan û konên sersaxiyê têne girtin.
* Tenê nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor û Heyva Sor, dermanxane, komîteyên pakkirinê, karmendên paqijiyê, firin û dikanên firotina madeyên xwarinê ber vê biryarê nakevin. Her wiha erebeyên veguhestina madeyên xwarinê, şîrê zarokan û sahrîcên veguhestina sotemeniyê jî ber vê biryarê nakevin.
* Divê şênî van biryaran pêk bînin. Her kesê ku van biryaran pêk neyîne dê rastî lêpirsîna qanûnî were.