Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

HDP’ê pêşniyarên xwe yên çareseriya li dijî koronayê parve kirin

Komîsyona Polîtîkayên Civak û Tenduristiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bal kişand ser pirsgirêka kêmasiya amûrên tibî yên li nexweşxaneyan û têkildarî vîrûsê koronayê û agahdarkirina tenduristiya civakê, pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê û AKP di mijara têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê de polîtîkayên bi bandor hilnaberîne û bergiriyên pêwîst nagire û bi hemû hêzên rêxistinkirî yên civakê re têkoşîneke hevpar bi rêxistin nake.

Pêşniyarên komîsyonê yên ji bo vîrûsa koronayê wiha ne:

“* Komîsyona Karên Tenduristî, Malbat, Xebat û Civakê ya Meclisê ku hemû partiyên koma wan li meclisê heye têde cih digirin, divê bi awayekî lez bicive. Divê komîsyon, bi Yekitiya Bijîjkên Tirk, Yekitiya Dermanxaneyên Tirk, Yekitiya Diransazan, Sendîkaya Kedkarên Civak û Tenduristiyê û saziyên mîna van ên tenduristiyê re bi awayekî koordîne bixebite û di têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê de bi awayekî çalak cih bigire.

* Wezareta tenduristiyê, polîtîkaya xwe ya têkoşîna li dijî vîrûsê, li şûna twîtên ku nîvê şeve diavêjê, bi awayeke berfireh û zelal bi raya giştî re parve bike.

* Desthilata siyasî, bi polîtîkaya xwe ya qrîzê re bûdçeya ku ji tenduristiyê re veqetandiye divê zêde bike.

* Ji bo mafê tenduristiyê, weke Spanyayê beşdarbûna kedkarên tenduristiyê ya biryarê pek bîne û ji bo cemawerîkirina nexweşxanayan divê gav biavêje.

* Nexweşxaneyên dewletê yên ku bi hinceta nexweşxaneyên bajaran girt divê careke din bên vekirin û weke nexweşxaneyên pandemî bên bikaranîn. Ev nexweşxane divê ji nexweşxaneyên din cudatir bi awayekî berfireh testa vîrûsê bikin û weke nexweşxaneyên ku xizmeta baş a tenduristiyê hildiberînin bên plankirin.

* Divê bi awayekî lez wezareta tenduristiyê û desthilat, bi Yekitiya Bijîjkên Tirk re bicivin û pêşniyar û daxwazên wan li ber çavan bigirin û nûnerên Yekitiya Bijîjkên Tirk, Yekitiya Dermanxaneyên Tirk, Yekitiya Diransazan, Sendîkaya Kedkarên Civak û Tenduristiyê tev li Lijneya Zanîstê ya Wezareta Tenduristiyê bikin.

* Ji ber ku di demên pêş de pêwîstî bi beşên lênêrîna awarte çê bibe, divê beşên lênêrîna zêde bên sererastkirin û kêmasiyên wan bên derbaskirin, hejmara nivîn û amûrên bêhngirtinê li wan bên zêdekirin.

* Îzolasyon û qarantîna bi tena serê xwe ne amûrên têkoşînê ne, bi van bergiriyan re divê ku gel be agahdarkirin, ewlehiya bi otorîteya cemaweriyê bê zêdekirin, pêwistiyên mirovî bên bersivandin û rêbazên tedawiyan bi lez û bez pêk bên.

* Divê xwe gihandina testên tespîtkirina vîrûsê bên hêsankirin û pêvajoya tespîtkirinê bê berbelavkirin. Dayina xizmetên tenduristiyê bê pere bê dayîn.

* Li gorî mafê tenduristiyê divê li hemû nexweşxaneyan şertê xizmeta pirzimanî esas bê girtin.

* Ji bo kesên ku bi KHK’an pêşî li xebata wan a cemaweriyê hatiye girtin, bi awayekî lez vegerin ser peywirên xwe, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.

* Ji bo hemû xebatkarên tenduristiyê divê amûrên parastin û paqijiyê be pere bên dabînkirin û neyê jibîrkirin ku tenduristiya xebatkarên tenduristiyê, tenduristiya me hemûyan e.

* Ji bo girtiyan divê şertên tenduristî û paqijiyê bên sererastkirin û dive neyê jibîrkirin ku girtîgeh hem ji bo girtiyan û hem jî ji bo xebatkarên girtîgehan cihê herî xeternak ên berbelavbûna vîrûsê ne.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar