Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Ruhê Serhildana 1990’î, Agirê Newroza 2020’î!

Serhildanên salên 1990’î destpê kir mirov dikare bêje qeder û pêngaveke vejînê ya roja îro da nîşandan. Ji bo wê ye ku ti demê ew ruhê serhildanê ya salên 90’î nayê jibîrkirin û her kêliyê banga bi wî ruhî ya têkoşînê tê kirin.

Îro jî ji ber asta dijwariya êrîş û operasyonên dewleta Tirk a faşîst ne bes bû, nexweşiya bûye belaya serê cîhanê şewba vîrûsa nû ya bi navê Korona (Covîd-19) kiriye ku li gorî pêwîst bi gur û geş Newroza îsal a vejîna Kurdan e, neyê pîrozkirin.

Hemû sazî û rêxisinên civakî ji bo ewlekarî û tenduristiya gel, tedbîr û pêşniyarên xwe parastin û dîsa ji pîrozbahiya Newrozê nemînin bang kirin. Ji van a herî pêş derket pêş, geşkirina agirê Newrozê ya bi ruhê serhildanên 90’î bû. Ji bo vê ye divê em ruhê salên 90’î di sala 2020’ê de vejîn bikin. Çawa ku salên 90’î zilm, êşkence, serdegirtin û girtin di asta herî jor de bû, tevî vê jî agirê Newrozê hate pêxistin û gel raperiya, îro jî wê ne vîrûsa Korona û ne jî zilma dewletê bikare pêşiya vê yekê bigire.

Em dikarin her her tax, kolan, navçe bajar gund heta her mal agirê Newrozê pê bixin û daxwaza azadiyê û aştiyê nîşanî tevahî cîhanê bidin. Çawa ku Kaway Hesinkar piştî zilma Dehaq bi dawî kir li ser qelê agir pêxist, dîsa berxwedana bi sê darikên şixate (kibrît) ên di zîndana Amedê de pêxistî û pêre serhildan û raperîna azadiyê geştir bû, îro jî bi agirê ku me li ser şaneşîn, şibake û banên malê xwe bi bi coşeke mezin pêbixin Newroz pîroz kirin. Ev nîşana rûhê serhildêr ê Kurdan ê zindî îfade dike.

Bi ruhê serhildanên 90’î em Agirê Newroza 2020’î li her qadê, kuçe, kolan, şibake û taxan hatin pêbixin û bikin ku bibe pêngava nû û bi taybet ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û dîsa aştiyeke mayînde ya di serî de ji bo gelê Kurd û hemû gelên hejar ên li Rojhilata Navîn.

Ji ber van xisûsên jor û armancên em yên mezin danî pêşiya xwe, agirê Newrozê bi pêşengtiya ciwanan de di serî de li Kurdistan û Tirkiye hate pîrozkirin. Hema bêje her gir, her mal û her kolan û kuçe findên agirê Newrozê hatin pêxistin û dirûşma azadiyê hatin qîrandin.

Tevî hemû astengî Newroza îsal li gorî wate û îdealên me yên mezin di asta herî jor de serhildan û berxwedanê geş kir. Dibe agir û girseyê me weke berê girseyî nebin û biçûk be lê li her malê agirê Newrozê hate pêxistin û ruhê Newrozê hate vejandin.  Di serî de agirê Newrozê yên li bajarên Bakurê Kurdistanê hatin pêxistin kir ku ruhê raperîn û serhildana Cizîr û Botanê derkeve. Qeyd û zincîrên koletiyê ku dewlet li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ferz dike hatin şikandin. Çawa ku Rêber Apo di hevpeyvîna dawî de got: ‘Her tişt bi berxwedana we ve girêdayî ye.’ Madem wiha ye; divê em vê Newrozê bikin hinceta raperîn û serhildanekî gelan û bi serketinê encam bikin.

Çiqasî em bihêz û qûwet bin em ê ewqasî bikarin xwe bigihînin daxwazên xwe û dawî li tecrîdê bînin û bikarin Yekîtiya Kurd çêbikin. Bi hêvîme ku em bikarin vê Newrozê bikin, Newroza dawî anîna tecrîda li ser Rêber Apo û dîsa bingehê yekrêzî û yekîtiyeke Kurdî.

Bi vê hêvî û niyazê Cejna Newrozê li her kesê pîroz dikim û hêvî dikim Newroz bibe wesîleya aştî, xêr û bereketê ji bo her kesê…

Nûçeyên Têkildar