PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Fermandar Mazlum Ebdî ji bo vîrûsa koronayê bang kir

Navenda Nûçeyan |

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî gefa vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê twîtterê peyameke bi dîmen weşand û bang kir.

Banga fermandar Mazlum Ebdî wiha ye:

“Weke ku em hemû ji nêz ve dişopînin vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê bi lez belav dibe. Her çend vîrûs bi rengekî fermî niha li herêma me nehatibe dîtin jî, gef heye. Li dijî vê yekê Rêveberiya Xweser hin biryarên tevdîrê wergirtin.

Divê em hemû xwedî li biryarên tevdîrê yên Rêveberiya Xweser derkevin û bi cih bînin. Ji ber ku derfetên herêma me kêm in, tevdîra herî mezin xweparastina ji vîrûsê ye.

Parastina bajar têrê nake divê em malbata xwe, derdora xwe, dost û hevalên xwe jî ji vîrûsê biparêzin, lewma divê em biryarên hatine girtin yek bi yek bi cih bînin.

Em dibêjin, di vê pêvajoya hesas û krîtîk de kedkarên çapemeniyê hemû fermandarên me ne. Em têkoşîna wan silav dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji kedkarên tenduristiyê re bibin alîkar û nehêlin vîrûs li herêma me belav bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar