Navenda Nûçeyan |
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê nivîskî diyar kir ku hêzên wan ji 20’ê adarê heta 23’yê adarê li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê gelek çalakî li dar xistine.
HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 20’ê adarê de li navenda Efrînê çalakiyeke sabotajê kir û di çalakiyê de çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn. HRE’yê daxuyand ku di heman rojê de hêzên wan li navenda Efrînê li ser rêya Racoyê çalakiyeke sabotajê kir û di çalakiyê de seyareyek hate derbkirin û çeteyek jî birîndar bû.
Bi domdarî jî HRE’yê ev agahî dan: “Di 21’ê adarê de jî hêzên me li gundê Kefer Xaşir ê Ezazê çalakiyeke sekvaniyê kir û çeteyek hate kuştin. Di 23’yê adarê de jî hêzên me li Qada Azadî ya navenda Efrînê çalakiyeke sabotajê kir lê encama çalakiyê nehat zelalkirin. Li hêla din, artêşa dagirker û çeteyên wê di van demên dawîn de gund û navçeyên girêdayî herêma Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dikin û tevgera balafirên bêmirov li ser herêmê berdewam dike.”