Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Yûsif: Hemû dinya li dijî koronayê têdikoşe li Tirkiye êrîşî kurdan dike

Endama Konseya Rêveber a PYD’ê Hediye Yûsif têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava û kantona Şehbayê û metirsiya vîrûsa koronayê ji ANF’ê bi Hîvda Hebûn re axivî.

Hediye Yûsif di serî de bal kişand ser vîrûsa koronayê û wiha got: “Tevî virûsa koronayê, li Rojhilata Navîn şer diqewime. Mirin, talan û koça ji ber şer vê carê bi belavbûna vîrûsê re wê jiyanê bi temamî felc bike. Ger ev vîrûs li Rojhilata Navîn belav bibe dê gelek welatan bi temamî lawaz bike. Anku dê astengiyên li van welatan li pêşiya sîstema kapîtalîst hene hemûyan felc bike. Mînak; Îran di bin ambargo û dorpêça aboriyê de bû. Niha li dijî vîrûsê têdikoşe. Pêşdîtina me ew bû ku ji ber dorpêça leşkerî, siyasî, aborî û civakî, li Îranê dê teqîneke civakî pêk bihata. Şoreşeke civakî li Îranê pêkan bû. Ji ber ku Îran ji aliyê civakî ve xitimîbû. Lê belê vê vîrûsê siyaseta derve ya Îranê felc kir û ev rewş dê Îranê pir lawaz bike.”

Yûsif da zanîn ku Tirkiyeyê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn girantir kiriye û wiha dom kir: “Bi vî rengî jê hebû ku projeya Osmanî dê pêk bîne. Zemînê krîza li Sûriyeyê xurtir kir. Li welatê xwe teror kir, çete li welatê xwe perwerde kirin. Bi rêya van êrîşî Sûriye û welatên cuda kir. Bi rengekî pratîkî kete nava Lîbyayê. Tirkiye niha bi krîzeke mezin re rû bi rû ye. Tirkiye dê bi çi rengî xwe xurt nîşan bide? Bêguman bi şer û tundiyê wê hewl bide xwe ji nava krîzê derxîne. Vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê belav bûye, di pirsgirêka Sûriyeyê de xitimiye, pirsgirêka Idlibê, ya çeteyan, windahiyên xwe yê li Lîbyayê dê çawa çareser bike? Ji ber vê yekê Tirkiye gelekî lawaz bûye.”

‘AKP hewl dide bi siyaseta tundiyê Tirkiyeyê bi rê ve bibe’

Bi domdarî jî Yûsif destnîşankir ku tevî vê rewşê jî dewleta tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha pê de çû: “Li nava Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê êrîşî gelê sivîl dike. Koçberî didome. Hewldanên xwe yên ji bo guherandina demografyayê didomîne. Êrîşên xwe yên li Şehbayê didomîne. Li bakurê Kurdistanê êrîşî şaredariyên bi îradeya gel hatine hilbijartin dike. AKP hewl dide bi siyaseta tundiyê Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Di rewşekê de ku dinya tev li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe, dewleta tirk êrîşî mirovan dike û digire. Siyaseta Tirkiyeyê li Lîbya, Sûriye û Rojhilata Navîn winda kir. AKP li Rojhilata Navîn dawî li Tirkiyeyê tîne. Li gel bangên dinyayê yên ji bo rawestandina şer, dewleta tirk êrîşên xwe dewam dike. Bi vî rengî hewl dide xwe li ser desthilatdariyê bihêle. Tirkiye êrîşî me dike û em jî hewl didin mirovên xwe ji vîrûsa koronayê biparêzin.”

‘Me ji bo civakê hemû derfetên xwe seferber kirine’

Di berdewamê de Yûsif qala helwesta rejîma Sûriyeyê kir û ev nirxandin kir: “Rejîm berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk nayîne. Heta niha jî li dijî vîrûsa koronayê tevdîreke cidî negirtiye. Ev sê roj in li herêma derketina derve qedexe ye. Lê belê derfetên me kêm in, tiştên ku em karibin bînin Şehbayê gelekî kêm in. Her wiha dema ku em pêwîstiyan derbas dikin hîn bêhtir baca gumrukê didin. Bi rêya sîstema komunê em hewl didin pêwîstiyên gelê xwe bigihînin malan. Lê belê ji bo bersivdayina li pêwîstiyên jiyanî yên gel zor û zehmetî hene. Ji ber ku dewlet li ser bazarê serdest nebûye her tişt biha kiriye. Ji pêwîstiyên jiyanî heta fêkî, zebze û xurekan her tişt biha ye. Tevî vê yekê jî ji bo tenduristiya civaka xwe me derfetên xwe hemû seferber kirine.”

Banga alîkariyê

Herı dawî jî Hediye Yûsif ev tişt anî ziman: “Hemû navend û nuqteyên tenduristiyê li dijî vîrûsa koronayê ketine nava liv û tevgerê. Li hemberî nexweşên gengaz me 3 nuqte ava kirin. Her wiha me malzemeyên paqijiyê û dezenfekteyê li gel belav kirin. Lê belê ev tevdîr lawaz in û kêm in. Ji ber ku ev qad qada şer bû û ji xwe zemîna her nexweşiyê lê hebû. Hîn jî li herêmê madeyên kîmyewî hene. Di binê avahiyên hilweşiyayî de cenaze hene. Ji bo vê rîskê ji holê rakin em herêmê û xaniyan hemûyan dezenfekte dikin. Em li ser navê penaberên li Şehbayê bang li saziyên tenduristiyê yên navneteweyî dikin ku ji bo nexweşî belav nebe piştgiriya bidin me. Heman banga me ji bo gelê kurd jî ye.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar