PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Heftanînê 4 leşkerên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 21’ê adarê û di 25’ê adarê de di çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî ya ku li herêma Heftanînê didome de, li herêma Heftanînê li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

Di berdewamê de jî HPG’ê hûrgiliyên çalakiyan wiha parve kirin: “Di 21’ê adarê de hêzên me li dijî qereqola Yekmalê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê çalakî kirin. Derbên giran li kozik û stargehên li qereqolê hatin xistin, lê belê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Di 25’ê adarê saet di 12:30’an de jî hêzên me li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şêxmûs ê li herêma Heftanînê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbeke xurt li çeperên dijmin ên li ser gir hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê hatin rakirin. Artêşa TC a dagirker bi balafirên şer bombe li herêmê barand.”

HPG’ê da zanîn ku yekîneyên wan ên ku çalakî pêk anîn bi rengekî serkeftî li baregehên xwe vegeriyane. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar