Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Em naxwazin girtîgeh bibin goristanên xwişk, bira, dayik û bavên me’

Navenda Nûçeyan |

Ji ber rîsak vîrûsa koronayê (Covîd-19) xetereya jiyanî ya li ser girtiyên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de her ku diçe mezintir dibe. Di demekî ku mijara girtîgehan di rojevê de ye, hikûmeta AKP-MHP’ê hewl dide pakêta darazê ya sêyemîn bîne meclisê. Lê li gorî agahiyan, her çiqas di pakêtê de ji bo girtiyên edlî yên sûcên îstîsmara zayendî, tecawiz, tiryarkfiroş û hwd. efûyek di rojevê de jî be, di pakêta heyî de ji bo girtiyên siyasî tu sererastkirin nîne. Têkildarî mijarê gelek derdorên cuda û xizmên girtiyan bang li hikûmetê dikin ku di pakêta darazê de ji bo girtiyên siyasî jî sererastkirinekê bikin.

Der barê mijarê de TUAY-DER’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku girtîgeh di bin rîskeke mezin de ne û ev agahî parve kirin: “Wezareta tenduristiyê der barê girtiyan de agahiyên berfireh nade. Malbat di nava fikaran de ne. Li gelek girtîgehan hewcehiyên hîjyenê û dezenfekte nayê kirin û malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Her wiha divê divê di pakêta darazê ya nû de girtiyên siyasî jî bikarin sûdê jê wergirin. Em bang li Wezareta Edaletê dikin ku cihêkariyê nexin nava girtiyan. Mehkûmên girtî jî bêyî li benda guhertina qanûnê bimînin divê tavilê bên berdan.”

Rêxistinên elewiyan bang kirin

Konfederasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê, Federasyona Bektaşiyên Elewî, Federasyona Komeleyên Elewî, Federasyona Weqfên Elewî, Komeleya Çandê ya Pir Sûldan Abdal, Komeleya Çanda Elewiyan, Weqfa Çanda Anatoliya Haci Bektaş Velî û Komeleya Elewiyên Demokratîk bi daxuyaniyeke hevpar bang li hikûmetê kirin ku pêşnûmeya hatiye amedekirin ji bo hemû girtiyan derbasdar be. Rêxistina diyar kir ku berdana tiryakfiroşan, tacîzkar, tecawizkar û kujerên jinan nayê qebûlkirin. Rêxistinan destnîşan kir ku ger vîrûsa koronayê li girtîgehan belav bibe, dê encamên giran bi xwe re bîne. Rêxistinan herî dawî jî banga piştevaniyê kir.

Malbatên girtiyan

Malbatên hevserokê giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, parlamenter û endamê Heyeta Îmraliyê Idrîs Balûken, parlamentera HDP’ê Gulser Yildirim, hevşaredara Amedê Gultan Kişanak û hevşaredarê Wanê yê Berê Bekîr Kaya jî der barê mijarê de axivîn û xwestin ku hikûmet ji bo berdana girtiyan gav biavêjin.

Hevjîna Demîrtaş, Başak Demîrtaş diyar kir ku li girtîgehan di qawîşan de hejmara girtiyan zêde ye û divê di zûtirin dem de her kes ji bo berdana girtiyan bikeve nava hewldanan. Demîrtaş got ku heke hemû malbat bibin yek û dengê xwe derxînin, meclis dê neçar bimîne ku dengê wan bibihîze. Keça Kişanak, Evîn Jiyan Kişanak jî bi lêv kir ku şert û mercên girtîgehan giranin û ger vîrûs li girtîgehan belav bibe dê encamên giran jê derkevin. Kişanak anî ziman ku hikûmet li şûna ku hevdîtina bi girtiyan re qedexe bike, divê demildest wan berde.

Di heman mijarê de hevjîna Kaya, Asli Kaya jî bang li hikûmetê kir û got; “Ji ber vîrûsa koronayê em li malên xwe bi zorê xwe diparêzin, gelo girtiyên di nava çar dîwaran de xwe çawa biparêzin? Bêyî ku ji girtîgehan darbest derkevin, divê di serî de girtiyên nexweş, hemû girtî bên berdan.” Hevjîna Idrîs Balûken, Evrîm Balûken jî daxuyand ku tekane rêya xelasiya ji vîrûsa koronayê, cihekî baş û paqij e. Balûken xwest ku girtî bên berdan. Keça Gulser Yildirim, Dr. Zelal Yildirim jî got ku girtî di bin talûkeyeke mezin de ne û divê demildest yasaya înfazê derkeve û tehliyekirina girtiyan dest pê bike. Kurê Yildirim, Şiyar Yildirim jî got ku bila girtîgeh nebin goristana dayik, bav, xwişk, bira û mirovên me.

Li Girtîgeha Amedê paqijî tune ye!

Malbatên girtiyên di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de jî der barê talûkeya li ser girtîgeha axivîn. Dayika girtî Mehmet Şirîn Kaya, Mewlûde Kaya da zanîn ku bi kurê xwe re li ser telefonê axivî ye û ev agahî dan: “Kurê min got; ‘Paqijî tune ye û malzemeyên paqijiyê nadin me. Hin girtî li erdê radizên.’ Êdî bes e. Divê girtî bên berdan û dilê dayikan neêşinînin.” Dayika girtî Yûsûf Boz, Meymenet Boz û xwişka girtiyê bi nvaê Mehmet Curan, Halîme Akbey jî gotin ku tevdîrên pêwîst li girtîgehê nehatin girtin û divê di zûtirin dem de girtî bên berdan.

‘Ez naxwazim birayê min bimire’

Di rewşa heyî de yek ji girtiyên rewşa herî krîtîk, girtiyên nexweş in. Yek ji vang girtiyan jî Cengîz Sînan Galîs Çelîk (45) ê li Girtîgeha Jimar 5 a Sîlîvrî ya Stenbolê ye. Çelîk nexweşê penceşêra mesaneyê ya bilind e û epîlepsî ye. Xwîşka Çelîk, Nesrîn Çelîk der barê mijarê de axivî û wiha got: “Qawîşên biçûk in û rewşa birayê min giran e. Girtî nikarin li dûrî hev bisekinin. Ger birayê min li nexweşiyê bikeve dê nekarin mudaxaleyekî baş bikin. Gardiyan dikevin hundir û derdikevin. Ez naxwazim birayê min an jî girtiyeke din bimre. Em neçarin bibin dengê girtiyan. Divê mîna li welatên din, li Tirkiyeyê jî girtî bên berdan.”

Telefona girtiya ku qala koronayê kir li ser birî

Li gorî daneyan, yek jê welatên herî zêde vîrûsa koronayê lê belav bûye, Tirkiye ye. Lê hikûmet kesên qala vîrûsa koronayê dikin jî ceza dike. Hat zanîn ku girtiya bi navê Nûrcan Aslan ku di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de dimîne, dema ku li ser telefonê bi malbata xwe re qala vîrûsa koronayê dikir, telefon li ser hate birîn. Aslan ji malbata xwe re ragihand ku li girtîgehê amûrên paqijiyê kêm in û ji ber xwarinê nebaş, rewşa wan xerab e. Her wiha Aslan anî ziman ku ava germ nadin wan û rêveberiya girtîgehê girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, ji cem wan birine cihekî nediyar.

‘Em edaletê dixwazin’

Girtiyê bi navê Fuat Bor (44) ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê dimîne, yek ji girtiyên nexweş e. Dayika wî Muhterem Bor der barê rewşa wî de axivî û ev tişt destnîşan kir: “Ger vîrûs li girtîgeha belav bibe dê rewşa girtiyan pir xerab bibe. Ez bang li wezareta dadê dikim, gelo çima girtiyên siyasî ji pakêta darazê sûdê nikarin wergirin? Girtiyên siyasî berdin. Berî her tiştî girtiyên nexweş berdin. Ew nikarin bi tena serê xwe bijîn. Wan berdin bila malbatên wan alîkariya wan bikin. Em edaletê dixwazin.”

Girtiyê nexweş krîza dil derbas kir

Yek ji girtiyên nexweş ên ku navê wî di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa giran de jî Sabrî Kaya (54) ye. Hat zanîn ku Kaya duh li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T a Osmaniyeyê qeyrana dil derbas kir û rakirin beşa lênihêrîna awarte. Keça Kaya, Dîlan Kaya têkildarî rewşa bavê xwe axivî û ev agahî dan: “Bavên di talûkeyê de ye. Ji ber ku rêveberiya girtîgehê dermanê Coumadin ku xwînê tenik dike peyda nekiriye, bavê min krîza dil derbas kir. Rewşa wî baş nîne. Ji ber krîza dil, av ketiye ser cergên wî. Ev meheke dermanê wî nedane. Hêj gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene. Li gel ku ji sedî 70 fonksiyonên dilê wî têk çûne jî nayê berdan. Dixwazim ku bavê min di zûtirin dem de bê berdan.”

Nehiştin parêzer biçin hevdîtinê

Hat zanîn ku dê li girtîgehên Wanê ku di bin gefa vîrûsa koronayê de ne, heta du hefteyan parêzer nikaribin hevdîtinê li gel muwekîlên xwe bikin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; wezareta karên hundir ragihand ku dê hevdîtina parêzeran a girtîgehan heta du hefteyan pêk neye. Li gorî nivîsa ku ji girtîgehan re hatiye şandin hatiye diyarkirin ku di rewşên lezgîn de bi erêkirina midûrê girtîgehê dê hevdîtin pêk were.

Hevdîtina HDP û AKP’ê

Heyeteke AKP’ê di çarçoveya 3’yemîn paketê darazê de serdana HDP’ê kir. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu der barê hevdîtinê de axivî û wiha got: “Sererastkirin hemû civakê eleqedar dike û bi civakê re li hevkirin divê bê kirin. Me ev yek ji heyeta AKP’ê re jî parve kir. Daxwazên civakê yên weke heq, hiqûq, nasname, ziman û azadiya xwebirêxistinkirinê weke sûc tên dîtin. Van sûcan jî weke ‘terorê’ dinirxînin. Ev rewş di civakê de mexdûriyetên mezin diafirîne. Divê destpêkê ev mexdûriyete bê sererastkirin. Em weke partî daxwza daxistina ceza ya ji bo sûcên zayendî, tundiya li dijî jinê, hişbirê û mirovahiyê red dikin. Ev her çar sûc xeta me ya sor in. Tevdîrên mîna kontrola edlî, girtîgeha malê û taloqkirina ceza bêyî ku dem bê windakirin divê bên girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar