Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî vîrûsa koronayê tora piştevaniyê

Li Edeneyê ciwanên ku li ser medyaya civakî hatin cem hev, li dijî vîrûsa koronayê (Covîd-19) toreke piştevaniyê ava kirin. Ciwanan li taxên Akkapi, Midik, Hadirli, Bey, Denîzlî û Şakîrpaşayê tora piştevaniyê ava kirin. Ciwanên di nav vê torê de cih digirin, dê lazimatiyên di warê zexîre û dermanan de peyda bikin.

Derbarê torê de Çagla Cemalî diyar kir ku li ser medyaya civakî xwe bi rêxistin kirine û wiha got: “Daxuyaniyên tên kirin gişt ji bo tevdîrgirtinê ne. Lê belê nabêjin wê çawa be. Helbet her kes tevdîrên xwe digire. Lê pir aşkera ye mesele tenê ne tevdîrgirtin e. Lê pêkanîna pêdiviyên mirovên 65 salî yên nikarin derkevin derve wê kî bike, nediyar e. Karkerên bi awayekî bê heq destûra wan hatiye dayîn wê çi bibe mala xwe, wê fatûreyên xwe çawa bibe. Ji bo vê daxuyaniyek jî nehatiye dayîn. Em pêlên heman behrê, kulîlkên heman darê ne. Gava tenduristiya cîranên me xirab be, em dizanin wê tevdîrên me jî bi kêr neyên. Ji bo em pev re ji derheqê vê pêvajoyê derkevin pêdivî bi piştevaniyê heye.”

Bi hev re têkoşîn

Yûsûf Ûzel jî destnîşan kir ku karê wan ê ewil ew torên bi vî rengî li ser medyaya civakî berbelav bikinx bi vî awayî pêdiviyên mirovan tespt bikin û pêk bînin û ev tişt anî ziman: “Helbet em ciwan tevdîrên xwe bigirin û ji bo ev çerx bigere em ê bi awayekî çalak tev bigerin. Em ê berên tên berhevkirin, bi piştgiriya keyayan û bi tespîtkirina şêniyên taxê bi awayekî organîzeyî belav bikin. Em ê pev re pêdiviyên xwe pêk bînin û ji bo piştevaniyê tev bigerin. Em ê li dijî vê vîrusa dixwaz me bi tenê bihêle û li dijî rayedarên ku bi vî çavî nêzî vîrusê dibe pev re bisekinin.”

Her wiha Ûzel anî ziman ku îktîdarê piştgirî daye sermayeyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de ketine etra qezenca fabrîkeyan. Em jî nizanin em ê sibê çawa bin. Lê belê ancax pev re, bi alîkarî û piştevaniyê em dikarin ji derheqê vê pêvajoyê derkevin. Em gazî ciwanên taxê dikin ku tev li vê torê bibin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar