PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dosya: Serhildana 28’ê Adarê – 1

Mehmet Şahîn |

Yek ji serhildanên kurdan ên herî mezin, di navbera 28’ê Adar – 1’ê Nîsana 2006’an de li Amedê pêk hat.

Serhildanê li Amedê dest pê kir lê bi Amedê ve sînorkirî nema. Di demeke gelek kin de li hemû bajarên Kurdistanê belav bû. Bi taybetî Êlih, Sêrt û Qoser a Mêrdînê jî wekî Amedê bûn qadên serhildanên bêhempa. Di heman demê de bûn qadên zilm û zordariyên faşîzma hikûmeta AKP’ê.

Di navbera 28 Adar û 1’ê Nîsanê de hemû kolan û qadên Amedê bûbûn qadên berxwedanê. Ji 7 salî heta 70 saliyan hemû şêniyên bajêr bi hêrseke mezin ji bo tolhildanê rabûbûn ser pêyan. Li gorî hinekan ev raperîneke dîrokî bû, li gorî hinekan jî berxwedana civakî bû.

Serhildana Amedê di qonaxa serhildanan de pel û asteke nû bû. Li ser hîmê hemû serhildanan pêş ketibû û gihiştibû lûtkeyeke nû. Serhildana Amedê bi rojan berdewam kiribû û heqîqeta civaka Amedê ya serhildêr û berxwedêr nîşanî hemû cîhanê dabû. Gelê Amedê di wê serhildanê de, nîşan da ku bûye gelê Newrozê, bûye gelê serhildanê.

Serhildana Amedê piştî agirbesta 5 salan, piştî sebir û bendewariya çereseriyê ya 6 salan pêk hatibû. Lewre ji bo fêmkirina serhildana Amedê hewce ye em bi kurtî qala geşedanên ku di wê pêvajoya 6 salan de pêk hatine bikin.

Di dawiya sala 1999’an de ji bo pekanîna aştiyeke mayinde hewldanên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dest pê kiribûn. Di heman salê de bi dirûşma “Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin” di hilbijartinên heremî de bajarên wekî Amed, Wan, Êlih, Agirî, Çewlik, Colemêrg, Sêrt jî di nav de 37 şaredarî ji hêla siyaseta kurd ve hatin bidestxistin.

PKK hewldanên birêz Ocalan ên pêkanîna aştiyê bi erênî pêşwazî kirin û agirbesta yekalî ragihand. Bi ragihandina agirbestê re, şerê di navbera PKK’ê û artêşa tirk de gelek kêm bû. Lê êrîşên dewleta tirk ên bêbext û hovane bênavber dewam kirin. PKK di encama wan êrîşên bêbext de gelek şehîd dan lê bi awayekî bi biryar û bi israr bi biryara agirbestê ve girêdayî ma.

Agirbest nêzî 5 salan dewam kir. Lê dewleta tirk ev pêvajoya 5 salan bi awayekî erênî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi kar neanî. Hêvî û bendewariyên ji pêvajoya agirbestê yek jî pêk nehat. Ji hêla hikûmeta AKP’ê ve ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hewldanek çênebû û yek gaveke biçûk jî nehat avêtin. Bi ser de di 13’ê adara 2003’an de yekane partiya ku di qada legal de vîna civaka kurd temsîl dikir HADEP ji hêla dadgeha bilind ve hate girtin û li hemû rêveberên wê 5 sal ceza hate birîn.

Giritina HADEP’ê nîşan dida ku niyeta AKP’ê ya çareseriya pirgirêka kurd tune ye. Armanc teslîmgirtin û tesfiyekirina tevgera kurd e. Lê ji bo tesfiyekirina tevgera kurd jî pêdiviya wan bi demê û bi qayimkirina desthilatdariya xwe hebû. Lewre pêvajoya agirbestê ji bo bidestxistina dewletê û qayimkirina desthilatdariya xwe wekî derfetek bi kar anî. Her ku desthilatdariya xwe xurt dikirin dijberiya xwe ya li dijî civaka kurd û hewldanên xwe yên şer xurtir dikirin.

Bi kurtasî hikûmeta AKP’ê di hewldanên xwe yên şer de israr kir. Israrên AKP’ê yên şer di sala 2004’an de dawî li agirbesta heyî anî. Di 1’ê hezîrana 2004’an de PKK’ê dest bi hemleyeke nû kir. Destpêkirina hemleya nû hesabên hikûmeta AKP’ê yên teslîmgirtin û tasfiyekirina berxwedana civaka kurd serobino kir.

Di heman salê de di qada siyaseta legal de jî geşedanên gelek girîng pêk hatin. Di 9’ê hezîrana 2004’an de siyasetmedarên kurd Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Selîm Sadak û Leyla Zana piştî cezayê 10 salan ji zindanê derketin û di sala 2005’an de pêşengî ji tevgera siyasî ya nû Tevgera Demokoratîk a Gelan re (DTH) kirin.

Bi liv û tevgera siyasî ya nû careke din di qada siyasî de nîqaşên çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê kir. Bi ser temsîlkarên kurdan ên siyasî re careke din nîqaşên çareseriyê û destpêka pêvajoya dîyalogê dest pê kiribû. Ev nîqaş ji hêla civakên Tirkiyeyê ve bi erênî hatin pêşwazîkirin û gihîştin radeyeke girîng.

Di wê pêvajoya diyalog û nîqaşan de civaka kurd amadekariyên pêşwazîkirina Newroza 2006’an dikir. Her çiqas wek her salê li gelek bajêran Kurdistanê hewldanên hikûmata AKP’ê yên astengkirina pîrozbahiyên Newrozê rûdabin jî li gorî salên berê pîrozbahiyên Newroza 2006’an yên herî bêşer û bêpevçûn û di nav aramiyê de derbas bûbûn.

Bêşer û bêpevçûn di rewşeke aram de pîrozkirina Newrozê hêvî û bendewariyên der barê diyalogên çareseriyê de xurtir dikirin… (Didome)

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar