Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bi belavkirina vîrûsa koronayê gef li girtiyan tê xwarin!

Federasyona Komeleya Hiqûqî û ya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) di daxuyaniya nivîskî de rapora heftane ya girtîgehan parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Vîrûsa koronayê (Covîd-19) nexweşiyeke cidî ye û zû belav dibe. Dermanê vê şewbê jî hêj nehatiye dîtin. Vîrûs her ku diçe belav dibe û girtîgeh di bin rîskeke mezin de ne. Li girtîgehan tevdîrên gelek qels hene. Li cîhanê rejîmên otorîter jî ji bo girtîgehan hin gav avêtin û hinek welatan jî girtî û hikûmxwar berdan. Şertên li girtîgehan têrî parastina tenduristiya girtiyan nake. Divê di mijara girtîgehan de gavên cidî bên avêtin.

Di mijara tehliyeyan de cihêkarî tê kirin. Di pakêta darazê de ji bo girtiyên siyasî tiştek nîne û ev cihêkariye nayê qebûlkirin. Ev nexweşî bûye pirsgirêka mirovatiyê. Em banga xwe ya li partiyên siyasî ya ji bo wekheviya înfazê dubare dikin. Em dixwazin hemû kes bertekê nîşanî vê cihêkariyê bide. Di heman demê de li girtîgehan gefa vîrûsa koronayê li girtiyan tê xwarin.

* Li girtîgehan malzemeyên paqijiyê nayên dayîn. Girtîgeh nayên dezenfektekirin.

* Li qawîşên ku divê kêm kes bimînin, gelek kes lê hatine bicihkirin.

* Rêveberiya girtîgehê tevdîrên hewce nagirin, dikevin kawîşan û jê derdikevin.

* Li hin girtîgehan girtî sewqî nexweşxaneyan nayên kirin.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê hejmartina ser pêyan li girtiyan ferz dikin.

* Mehmet Fatîh Bîngul ê ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê mişextî Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê kirin û mehekê di hucreya yekkesî de girtin. Di ketine girtîgehê de jî rastî îşkenceyê hat.

* Li Girtigeha Tîpa T a Aksarayê girtî rastî gefa ‘Hûn neçar in li gorî qeydan tevbigerin. Ger hûn li gorî vê tevnegerin em ê girtiyekî edlî ku bi vîrûsa koronayê ketiye bînin nav we’ li girtiyan xwarin.

* Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T a Trabzonê  Îmdat Bîngol bêyî ku hincetek bê nîşandan, di hucreyê de tê tecrîdkirin.

* Garîba Gezen a ji Girtîgeha Tarsusê mişextî Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê hate kirin. Bi rojan de di hucreya yekkesî de tê girtin. Rewşa wê ya tenduristiyê nebaş e.

* Li Girtîgeha Kalkandere ya Rizeyê girtî li dijî vîrûsa koronayê bi tu awayî nayên parastin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar