Navenda Nûçeyan |
Vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku ji ewil li bajarê Wuhan ê Çînê derket, di nava çend mehan de hema hema li seranserî cîhanê belav bû. Heta niha ji ber vê vîrûsê zêdetirî 30 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da û tê gotin ku nêzî 600 hezar kes jî pê ketiye. Ji ber vîrûsê, gelemperiya welatan herêmên karantînayê ava kirine û bi rê û rêbazên cuda hewl didin pêşî li belavbûna vê vîrûsê bigirin. Ger gotin di cih de be, vîrûsa koronayê jiyan li temamiya cîhanê xiste nava çar dîwaran. Ji ber vê jî hemû welat di hêla aborî, siyasî û civakî de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne.
Lê welatek heye ku tevî vê rewşa xetere ya kurewî jî, dest bi hînbûnên xwe yên rojane bernade. Ev dewlet jî bêguman dewleta tirk e. Di rewşeke ku ji ber vîrûsa koronayê gelemperiya civakê di bin gefeke mezin de ye, li hêlekê 8 şaredariyên HDP’î yên li bakurê Kurdistanê dagir kirin, li hêlekê lez da operasyonên qirkirina siyasî, li hêla din jî hem li rojava û hem jî li başûrê Kurdistanê bi çekên giran êrîşî kurdan dike.
Xespkirina şaredariyan
Di vê çarçoveyê de di 23’yê adarê de bi fermana wezareta karên hundir, şaredariyên HDP’ê yên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêlê, Norşîn, Xelfelî û Ciwanikê hatin desteserkirin, li şûna hevşaredaran qeyûm hatin tayînkirin û hevşaredar hatin binçavkirin. Ji van hevşaredaran hevşaredarê Xelfeliyê Hasan Safa û hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkul hatin girtin. Di heman demê de li gelek bajarên cuda polîsên dewleta tirk dest bi operasyonên qirkirina siyasî kirin û gelek kes binçav kirin.
Zexta li ser girtiyan zêdetir bû
Yek ji navendên ku metirsiya belavbûna vîrûsa koronayê li ser heye jî girtîgehên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne. Di nav de welatên otorîter jî, li gelek welatên cuda ji ber metirsiya vîrûsa koronayê bi sedhezaran girtî hatin berdan. Lê li Tirkiyeyê berevajî berdana girtiyan, zexta li ser girtiyan zêdetir bûn, bi belavkirina vîrûsa koronayê gef li girtiyan tê xwarin û tê gotin ku di pakêta darazê ya nû de jî ji bo girtiyên siyasî tu sererastkirineke qanûnî nîne.
Êrîşa li dijî goristanan
Balkêşe ku di van rojan de êrîşên li dijî nirxên gelê kurd jî zêdetir bûn. Di 24’ê adarê de gorên yek ji pîrên Ocaxa Mansûr Baba ya gundê Tosniyê yê navçeya Pilûmir a Dêrsimê Seyît Alî Comert, hevjîn û zarokê wî ku di dema Komkujiya Dêrsimê de koçberî bajarê Tirkiyeyê Aydinê bûbûn, li navçeya Koşkê hatin rûxandin. Her wiha di 27’ê adarê de jî li Goristana Hesen Begê Êzidî ya li gundê Mezra Mihok ê Êlihê ku goristaneke nêzî 300 salî ye, li dijî gorên êzidiyan êrîş hate kirin. Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca tekildarî êrîşê daxuyanî da û ev êrîş weke ‘êrîşa li dijî mirovahiyê’ pênase kir.
Operasyonên leşkerî
Her wiha dewleta tirk di serî de li bakurê Kurdistanê, li Rojava û li Başûr jî lez da operasyonên xwe yên leşkerî. Di vê çarçoveyê de di 26’ê adarê de li navçeyên Licê û Pasûr ên Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir. Şevek beriya van operasyonan jî gelek herêmên Biradostê ya başûrê Kurdistanê topbaran kir. Hat zanîn ku şevê din jî artêşa tirk bi helîkopteran bi awayeke nizm li ser asîmanê gundên Xelîfan û Lêtan ên herêma Biradostê firiyan û gund gulebaran kirin. Ji ber vê jî şêniyên gund metirsiyeke mezin jiyan. Li Rojava jî artêşa tirk û çeteyên wê bênavber herêmên Şehba, Efrîn, Şera, Şêrawa, Til Rifet, Serêkaniyê, Til Temir, Eyn Îsa û deverên din topbaran dike.
Weke ku li jor hatiye rêzkirin, seranserî mirovahiyê ji ber vîrûsa koronayê di nava metirsiyeke mezin de ye. Lê bi kurt û kurmancî ne vîrûsa koronayê, tekane rojeva dewleta tirk, dijminatiya li dijî kurdan e .