Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HSD: Li girtîgehê rewş di bin kontrola me de ye

Navenda Nûçeyan |

Çeteyên DAIŞ’ê hewl da ji Girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran a Hesekê birevin. Di vê girtîgehê de bi hezaran DAIŞ’iyên biyanî lê girtî ne. Hêzên Antîterorê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi destekdayîna balafiran, cihê bûyerê dorpêç kir.

Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriyel li ser malpera fermî ya HSD’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Gabrîel kitekitên bûyerên duh zelal kir û diyar kir ku nûçeyên revîna gelek çeteyên DAIŞ’ê nerast e.

Gabriyel destnîşan kir ku DAIŞ’îyên di girtîgehê de, duh deriyên hundirîn ên girtîgehê şikandin û dîwarên di navbera odeyan de rûxandin û wiha dewam kir: “Çeteyan qata jêrîn a girtîgehê kontrol kir.”

Kîno Gabriyel daxuyand ku Hêzên Antîterorê yên girêdayî HSD`ê yekser destwerdan kir, kontrola rewşê kir û tevliheviya ku çeteyan derxistiye bi dawî kir. Gabriyel wiha domand: “Navend û hemû girtiyên di hundir de hatin kontrolkirin. Em tekez dikin ku tu çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehê nerevîne û rewş bi temamî di bin kontrolê de ye.”

‘Divê piştgirî bê dayîn’

Di dawiyê de jî Gabriyel ev tişt anî ziman: “Bûyerên bi vî awayî careke din hêza HSD’ê ya garantiya terorên DAIŞ`ê piştrast dike. Lê belê em diyar dikin ku pêwîstiya me bi piştgiriya civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê heye da ku em parastina ewlehiya navend û kampên ku çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar