Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Heke zarokên me neyên berdan em ê dakevin qadan’

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku li seraserî cîhanê rê li ber talûkeyeke mezin vekirî ye. Yek ji qadên herî metirsîdar jî girtîgeh in. Ji ber vê talûkeyê jî Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek saziyên neteweyî jî bang li dewletan kirin ku di zûtirin dem de girtiyan berdin. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî girtî bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Ji bo berdana girtiyan malbatên girtiyan, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bang li hikûmetê kir ku di zûtirin dem de girtiyan berdin. Têkildarî mijarê malbatên girtiyan û serokê MED TUHAD-FED’ê axivîn.

Der barê mijarê de dayika girtî Fetûlah Yîgît ku ev 10 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê dimîne, Nafiye Yîgît axivî û wiha got: “Lawê min nexweş e. Astim, bêxwînî û basûr pê re heye. Ji ber vîrûsa koronayê em bifikarin. Jiyaneke bêyî zarokên me em ê çi pê bikin? Em jiyaneke wisa qebûl nakin. Paketa ku anîn ji dizan, ji çeteyan, ji tecawizkaran re heye lê ji bo girtiyên siyasî tiştek nîne. Em bang li wezareta dadê û serokomar dikin ku bila zarokên me jî têxin nava vê qanûnê. Heke hûn derê zindana venekin em ê dakevin kolanan. Em ji zarokên xwe çêtir nînin. Dixwazin girtî bi nexweşiyê bikevin ku girtîgeh bibin goristan. Lê em dayikin û vê qebûl nakin. Heta zarokên me azad nekin em vê zilmê qebûl nakin.”

Bavê girtî Suleyman Saçal ê ku li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa L a Turkoglu ya Gurgumê dimîne, Niyazî Saçal jî got ku ev sê hefteye ji kurê xwe agahî nagire û wiha domand: “Du sê caran li zindanê geriyam lê bersiv nedan min. Dixwazim demek zû agahî jê bigirim. Parêzer jî nikarin biçin cem wan. Girtî nikarin xwe biparêzin. Em dixwazin zindanan zû vala bikin.”

‘Cihên herî zêde di xetereyê de girtîgeh in’

Hevserokê Federasyona Komeleyeyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan a MED’ê (MED TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz jî diyar kir ku di rewşa heyî de cihê herî xetere girtîgeh in û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku rewşa girtîgehan ji hêla hewadarî, paqijî û xwarinê da kêm dimîne. Di her qawîşekê de hejmara girtiyan zêde ye. Tevdîrên hatine girtin têrê nakin. Divê Tirkiye jî gavên ku hinek dewletan avêtin, esas bigire. Ew jî valakirina girtîgehan e. Heke ku nexweşî li girtîgehan belav bibe, wê demê tu wateya berdana girtiyan namîne.”

‘Divê her kes dengê xwe derxîne’

Herî dawî jî Temîzyuz wiha got: “Li hinek girtîgehan dezenfekte, paqijî nayê kirin û kolonya nadin girtiyan.  Ev nayê qebûl kirin. Rewşa girtîgehan xetere ye. Di raporên parêzeran de xuya dibe ku leşker û gardiyan bi tevdîr nagerin. Malbatên girtiyên nexweş dibêjin ku dema xizmên wan dibin nexweşxaneyê ji bo ku bi vîrûsê nekevin tu tevdîran nagirin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Pêwiste her kes li dijî talûkeya vîrûsê ji bo girtiyan dengê xwe derxe. Me kampanyaya milyonek îmzeyan da destpêkirin. Me bi 4 hezar malbatên xwe re bi awayekî kolektîf ji wezareta dadê re daxwazname şandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar