Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Rêveberiya Xweser ji bo parastina gel di nava seferberiyê de ye

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) her ku diçe belav dibe. Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nava seferberiyê de ye. Di vê çarçoveyê de di 23’yê adarê de qedexeya derketina derve ragihand, rojane kolan tên paqijkirin, welatî di mijara vîrûsa koronayê de tên agahdarkirin, navendên karantînayê ava kirin, dibistan û saziyên civaka sivîl taloq kirin û gelek bergiriyên din girtin.

Şaredariya Herêma Şehbayê jî ji bo parastina gel ji vîrûsa koronayê, bi şev û roj dixebite. Ji ber rewşa awarte ya koçberiyê û belavbûna vîrûsa koronayê Şaredariya Şehbayê rewşa seferberiya ragihand. Endamê Rêveberiya Şaredariya Fafînê Ehmed Şêxo got ku wan ji ewil bi rêya komunan gel agahdar kiriye û piştre jî kolan, tax, mal û sazî dezenfekte kirin û pankartên hişyarkirinê daliqandin. Şêxo diyar kir ku li gorî derfetên xwe yên kêm û şert û mercên koçberiyê, hewl didin gelê xwe ji vê nexweşiyê biparêzin û nehêlin nexweşî derbasî herêma wan bibe. Şêxo bang li gel jî kir ku li gorî biryarên desteya tenduristiyê tevbigerin.

Xebatên li Dirbêsiyê

Heyva Sor a Kurd li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî Kantona Hesekê jî amadekariyên dike. Di vê çarçoveyê de ji bo rewşên vîrûsa koronayê dê du navendên gerok ava bikin. Têkildarî mijarê ji rêveberên Heyva Sor a Kurd a Dirbêsiyê Bêrîvan Xelê got ku armanca wan a ji avakirina her du navendên gerok ew e ku kesên bi vîrûsa koronayê ketin tespît bikin. Xelê wiha domand: “Ji ewil dê li vir bên dermankirin. Heke encama neyînî derket dê ji navendên din re bên şandin. Herî dawî ger ku gumana vîrûsê li ser hebe jî dê ji herêmên karantînayê re bên şandin.”

‘Divê her kes li gorî tevdîran tevbigere’

Der barê tevdîrên ku li Kantona Hesekê hatine girtin de endama Gerînendeya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Leylan Qasim axivî û wiha got: “Hemleyên dezenfektekirinê didomin. Divê gel li gorî biryarên hatine girtin tevbigerin. Divê gel di mal de bimîne. Ger vîrûs kete herêmê dê bi xwe re xetereyeke mezin bîne. Heta niha tu kesekê bi vîrûsa koronayê ketî me tespît nekiriye. Tevdîrên hatine girtin û perspektîfên desteya tenduristiyê di vê mijarê de roleke mezin lîst.”

Li kampan bergiriyên girîng tên girtin

Yek ji qadên ku Rêveberiya Xweser bi baldarî li ser disekine jî kampên koçberan in. Koçberên li kampa Girê Spî dimînin, li gorî biryara qedexeya derketina derve tevdigerin û ji konên xwe dernakevin. Rêveberiya Xweser jî kamp dezenfekte kir û alavên paqijiyê belav kirin. Li hêla din 30 komunên li kampê jî nan û pêdiviyên jiyanî li koçberan belav dikin. Rêveberiya kampê û bijîşk jî her dem welatiyan di mijara vîrûsê de hişyar dikin. Dibistana li kampê hate taloqkirin û hêzên ewlekariyê jî bi lepik û maskeyan digerin. Bijîşkên li kampê dibêjin ku derfetên wan kêm in û bang li rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî kirin ku di zûtirin dem de alîkariyê ji wan re bişînin.

Rewşa Kobanê

Gelê Kobanê jî bi baldariyeke mezin li gorî biryar qedexeya derketina derve tevdigere. Piştî qedexeyê, gelek proje hatin sekinandin, febrîqeyên pîşesaziyê naxebitin û wesayît li derve nayên û biçin. Vê jî kir ku rêjeya qirêjbûna hewayê bajar jî dakeve. Mîna li bajarên din, li Kobanê jî kolan tên şûştin, alîkarî ji gel re tê dayîn, gel der barê vîrûsê de tê agahdarkirin û saziyên tenduristiyê bergiriyên girîng digirin.

Her wiha ji ewil li hemû welatiyan belavokên têkildarî vîrûsa koronayê hatin belavkirin û îro jî endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê li gelek deverên bajarên Kobanê maske û lepikên dezenfektekirî li şêniyan belav kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar