Navenda Nûçeyan |
Halîl Dag di 1’ê nîsana 2008’an de li Bestayê di şerekî de tevî sê hevalên xwe şehîd bû. Halîl Dag di sala 1973’an li Almanyayê ji dayik bû, di sala 1995’an de ji bo amadekirina dokûmantereke li ser gerîlayên PKK’ê, çû çiyayên Kurdistanê. Ji wê demê ve ji bo kişandina wêneyan, amadekirina fîlman û nivîsandina nivîsan li ser jiyana gerîla li çiyê ma. Li pey xwe şeş fîlm, gelek gotar û rojnivîskên li ser Kurdistanê û gerîlayên kurd hişt.
Halîl Dag bi vî rengî qala rêwîtiya xwe ya sînemayê dike:
“Ji bavekî ji Îzmîrê û dayikeke ji Agiriyê, di sala 1973’yan de li Almanyayê ji dayik bûm. Salên min ên dibistana seretayî li Îzmîr û Almanyayê derbas bûn, piştre min perwerdeya navîn û lîseyê li Kolejeke Taybet a Îzmîrê qedand. Dûre em derbasî Ewropayê bûn, weke karkerekî di gelek karan de xebitîm. Hem jî li dibistanên êvarê perwerdeya wêneyan wergirt.
Di nava sê salên xwe yên li Ewropayê de min têkoşîna azadiyê nas kir. Di sala 1994’an de tev li karê avakirina yekemîn televîzyona kurd a li Ewropayê Med TV bûm. Di 1’ê nîsana 1995’an de ji bo hevpeyvînê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikim, weke alîkarê kameramanekî alman çûm Rojhilata Navîn. Di dema kişandina dîmen de min gerîlayên li dibisatna navendî ya PKK’ê nas kirin. Piştî vê bernameyê ku min bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û yekemîn karê min ê watedar bû, min biryar da ku bimînim û hîn bi pêş ve biçim.
Salên min ên piştre bi şervanên azadiya kurd li çiyayên Kurdistanê derbas bûn…
Rêwîtiya min a sînemayê…
Qet nedihat bîra min ku ez ê rojekê fîlmekî amade bikim.
Eger derneketibûma serê çiyê, eger nebûma gerîla, eger min zarokên leheng ên gelê kurd nas nekiribûna, eger min şahidî ji jiyana wan re nekiribûya, min ê nekarîbûya fîlm çêbikira. Sînema rêwîtiya min a li çiyê ye ku bi wêneyan dest pê kir… Ez li vê xakê ji dayik nebûm û li vê xakê mezin nebûm. Min tenê çiyayên vî welatî dîtin ku navê Kurdistanê lê ye. Û ji dûr ve min ronahiya bajaran dît… Lê di nava çemên wê de şil bûm, min xwe spart tehtên wê, di germa wê ya havînê de xwê dam… Li vir hevalên min çêbûn, hevalên min şehîd bûn. Li pey wan min rondik barand. Li van çiyayên ku demekê tenê ji bo kişandina wêneyan hatim min mirovên van çiyayan nas kir. Bi wan re heman xwarin xwar, li heman betaniyeyê xwe pêça û di heman sermayê de cemidîm.
Destpêkê dema hatim min ew biyanî didît li vê derê. Ji bo min ji Îzmîrê wêdetir rojhilat tine bû. Dayika min ji Agiriyê, bavê min ji Îzmîrê bû û ji bilî vê jî agahiyeke min nebû. Tu carî nehatibû bîra min ku jê wêdetir hîn bibim. Min yekemcar kurd di nava gerîla de nas kir. Berê bi wan re li heman cihî mabûm. Lê belê mirovên destpêkê yên ku min bi çavên kurdbûnê li wan dinihêrî gerîla bûn. Beriya ku gelekî nas bikim min lehengên wî gelî nas kir. Ji nişka ve bi mirovên dînamîk, herî bi hêz, herî bedew û herî bijarte yên gelekî re bûm heval. Dibe ku ev yek ji bo min şensê herî mezin bû…
Bi perwerdeyeke xwe ya kêm a li ser kamera û wêneyan, di bihara 95’an de daketim bajarê pîroz ê Rojhilata Navîn Şamê. Ev yek ji bo min hem bû destpêka têkoşînê hem jî jiyana min a pîşeyî. Wan rojan ku hîn nû bûbûm bîst û du salî, li Îzmîrê min li dibistaneke taybet xwendibû, li Ewropayê di karên cuda de xebitîbûm, lê belê bersiv ji lêgerînên xwe re nedîtibû û weke şagirtekî nûgihayî yê wêneyan min berê xwe da Rojhilata Navîn. Wan rojan ku min her tişt li pey xwe hişt û ber bi navenda Rojhilata Navîn ve bi rê ketim, baş tê bîra min ku min biryar dabû ku careke din qet venegerim. Bi kelecaneke mezin min hîs dikir ku ya ku ji bo jiyan û pîşeyê xwe lê digerim li vir e. Bi lez û bez ketim nava vê cografyaya ku qet nas nakim, ketim nava mirovên ku qet nas nakim û bi zimanê wan nizanim.
Makîneya min a wêneyan û kameraya min ji bo kişandina dîmenê jiyanê, ruhê min jî ji bo jiyanê amade bûn. Rêwîtiya min bi rêwîtiya li nava jiyana şervanên azadiyê dest pê kir û dewam kir. Kelecana her du rêwîtiyan bi salan hev xwedî kir. Nedihat bîra min ku tiştên li çiyayên Kurdistanê bibînim û bijîm, wê rojekê min bigihîne asta sînemaye…
Li çiyê min salên dûr û dirêj makîneya wêneyan û kamera bi kar anî. Piştre pê hesiyam ku wêneyên min di destpêkê dikişand wê dûre çiqasî hêja bûna. Dema ku bûm yek ji wan, ew nas kir hingî min hewl da hîn bêhtir rûyê wan, gotinên wan bigirim. Min pîvana destpêkê ya jiyan û pîşeyê wê wan rojan bi dest xist. Rûyekî bi tenê, gotineke bi tenê ya ku min li çiyê dît min bi tiştekî nediguhert. Min ê tu ji wan ji nedîtî nehatibûya. Gotin û rûyên çiyayan ku îfadeya herî xurt a rojên afirandina gelekî ne, wê bi salan bibûna yekane sedema meşa min a li vê cografyayê. Hevalên li çiyê bûn rûyên kadraja min, lê di heman demê de cihê xwe di dilê min de digirtin. Min ji aliyekî objektîfê li wan dinêhêrî li aliyê din jî bi wan re jiyam. Carna biyanî carna jî bûm yek ji wan.
Min da pey gerîla û li çiyayan meşiyam. Ji bo xwe bigihînim her bilindahiya wan, her devera ku ew xwe digihînin, min xwê da. Ji bo dîmenê her gotin û rûyî bikişînim çi ji destê min hat min kir. Lê belê her tim min êşa xwenegihandinê di dilê xwe de hîs kir. Min her tim hîs kir ku yên min nekarî dîmenê wan bikişîne, bi qasî çiya ji yên ku min karîbû bikişîne zêdetir e. Min ên ku nekarî bikişîne di dilê xwe de neqişand. Û navê wêneyên di dilê min de li wan kir. Şevên tarî yên ku objektîfên kamerayan nedidîtin, stranên wan ên dilşewat, kenên wan ên bêdeng, henekên wan ên paqij, eşqa wan di kadraja dilê xwe de bi cih kir…
Û di vê qonaxê de sînema derket pêşiya min. Wêneyên dilê min ewqasî zêde bûbûn ku vegotina wan tenê bi sînemayê dibû.
Sînemaya kurd wê li çiyê dest pê bike. Hunermendên kurd dema ku karîbû berê xwe bide çiyê wê hingî karibin sînemayê çêbikin. Çiya nirxê herî mezin e ku gelê kurd afirandiye. Danhevî û hişê herî xurt ê gelê kurd e. Xezîneyeke ku bi bedenên ciwan ên zarokên kurdan ava bûye. Û di nava dîroka mirovahiyê ya mezin de yekane sparteya gelê kurd e. Gelê kurd çiya afirandiye. Nêrîn û dîtina li çiyê afirandiye. Huner û sînemaya kurd wê ji vir be.
Eger gelekî bi hezaran ewladên xwe şandibe çiyê û hunermendên wî gelî nikaribin mîna şervanan bimeşin, nikaribin xwe bigihînin dilê gel hingî wê nikaribin sînemaya wî gelî bikin.
Xebatên me yên sînamayê ku bi Tîrêjê dest pê kirî û heta bi Bêrîtanê dom kirî tenê bi me re sînordar nema. Bû ya hemû gerîlayên ku li çiyayan dijîn. Hêla herî xweş a çiyayan ev e. Tişta ku li vir tê kirin a her kesî ye. Ji çalakiyeke leşkerî bigirin heta bi xebateke jirêzê çi tişta ku tê kirin dibe ya her kesî. Hemû gerîla weke ku wan kirine xwedî lê derdikevin. Li ser wê nirxandinan dikin, kêmasiyan rexne dikin..
Her xebata me ji qonaxeke wiha re derbas bû. Tenê bi ekîba me re, ya ku xebata fîlm dikir, sînordar nema û li hemû çiyayan berbelav bû. Hemû gerîlayên li çiyayan nîqaşa wê kir û ji gelek deverên dûr rexne hatin. Destpêkê şîroveyên hevalên ku li ser sînamayê tu agahiya wan nebû li zora min çû. Li vir tu gerîla sînema nekiribû lê hemû gerîlayan li ser xebata ku hatî kirin dixwestin gelek tiştan bibêjin. Destpêkê bi min wiha hat gelek tiştên ku hatin gotin şaş e. Piştî demekê min xeleka sereke zevt kir. Min behsa gerîla dikir. Lê hevalên min di xebatên min de xwe nedidîtin. Naxwe min nekarî ku gerîla vebêjim. Raza li pişt gotin, rexneyên wan ev bû. Naxwe hê jî min dilê wan zevt nekiribû.
Piştî wê bêhtir bi pûtepêdanî û baldar bûm. Min bi baldarî guh da gerîla û min hewl da ku xwe bigihînim a kûr. Li ser sînemayê agahiya teknîk bi kesî ji wan re nebû. Hinan jê ji mêj ve li fîlm jî nenerîbûn. Lê xebatên min weke ku xebata wan be dinirxandin, rexne dikirin û xwe hêrs dikirin. Pêşî van nêzîkatiyan bêhna min teng kir, piştre kêfa min ji van nêzîkatiyan re hat. Tiştekî pir xweş bû ku fîlma ku min çêkirî weke ku berhama wan be bibînin û dixwestin hê baştir be. Vê demê min pê derxist ku bi min re hin tiştin ketine ser hev… Wekî ji bo ku ez gerîla fêhm bikim ez bi rê ketibûm, naxwe dive heta dawiyê min li gerîla guhdar bikira û min dilê gerîla zevt bikira. Çi tişta ku min kirî min li ber gerîla danî. Êdî nirxandinên herî jirêzê jî min giringî didayê. Ya esas a di nav wê de wê rê nîşanî min bida. Huner di gotinên gerîla de veşartîbû, bi hemû tiştên xwe min ev hîs dikir.
Û wan rojan min kêmasiya herî mezin a hunermendê kurd a sînemagerê kurd di ruhê xwe de dît. Zevtkirina nakokiyên gel divê agava pêşî ya her hunermendî be. Bêyî ku ev were kirin ne nasnavên akademîk, ne jî perwerdehiyên têr û tije yên teknîk tu serkeftinê bi xwe re nayînin. Gel çi dijî, nakokiyên wê yên sereke çi ne, hunermend divê pêşî van pirsan bike.
Ne tenê pirskirin û hîn bûn, divê ev nakokî werin jiyîn jî. Divê hunermend ne li paş û pêşiya gel be, divê tam li nav gerîla be. Divê gelê xwe ne weke objeyekê bibîne ku wê di qadeke hunera xwe de li ser bixebite, divê wê weke kirdeyê jiyana xwe bijî. Heke wê fîlmê şerekî bike, divê cîhana wan şervanan parve bike. Heke wê fîlmê gelê xwe bike weke bihara 2006’an divê li kuçeyên Amedê bi dewletê re şer bike. Heke wê fîlmê zarokan çêbike, divê gotina wê dayikê ya ku zaroka xwe ya bi destê polîsan hatî kuştin hêmbêz dike, bibihîse, bi çavê xwe bibîne.
Hunermend ne ku divê ji dûr ve lê temaşe bike, divê nav gelê xwe de bijî. Ê ku jiyana wî dûrî jiyana gel e, bi hîsên xwe penaber e, bi hîsên xwe li xwe xerîb bûbin bi mîsogerî wê dîsa sînemayê bikin lê ev ê nebe sînamaya gel. Hunermend mirovên wiha ne ku dizanin bi gelê xwe re bikenin, pê re bigirîn, mil bi mil, kuçe bi kuçe pê re şer bikin û hewce bike pê re bimirin.
Heke em sînemagerê civakeke din bûna, belkî wê xebatên me yên sînemayê reheti bûna. Belkî me yê nîqaşa vê nekira. Lê me xwe di ber hunermendiya civakake wiha dikir ku şerê gerîlatiyê dike, heke em dibêjin em ê sînemaya wê bikin, divê em jiyana xwe li holê deynin û careke dî bi berfirehî bifikirin.
Heta ku em gihane ser fîlmê Bêrîtan bi dilekî rehet min li rexneyên bi sedan gerîla guhdarî kir. Ew zarokên vî gelî bûn. Heke ew dibêjin ev tê maneya ku ji bo gel dibêjin. Yên ku fikra xwe negotin, min pirs ji wan jî kir. Min xwest bibihîsim bê ka çi qasî nêzîkî vî gelî, zarokên vî gelî me. Beriya her xebata xwe ya fîlm demeke dirêj li nav yekîneyên gerîla mam. Min hewl dida bêhna xwêdana li ser rûyê wan bikim, bêrîkiria li ser lêva wan bixwînim, hezkirina li dilê wan zevt bikim.
Ev jî rêya min a sînemayê ye..
Çîvanok û newa..
A rast çîrokên fîlman, ji fîlmên min mezintir e. Vê stranê ji beriya min li deverekê dest pê kiriye. Min tenê piştî deverekê des bi guhdarkirina wê kir, bi derengî bi fêhtî min dest bi standina wê kir. Ji ber ku rasterast ez bûme şahidê çîrokên xwe ev pirsgirêkeke mezin e. Heke min li çîrokên xwe guhdarî bikira, ji deverinan bixwenda belkî wê wiha hêsantir bûya. Destpêkê her çendî bi min wiha hatibe ji bo ku ez wan jiyame, rasterast bûme şahidê wan êş, xemgînî û hîsan ev ê ji min re bibe avantajek jî, di nav xebatan de min pê derxist ku ev dibe pirsgirêkek girantir.
Kêmasiya ku mirov nikare çîrokan têra xwe baş bixebitîne, kêmasiya zanîn û tecrûbeya min a li ser vê mijarê bû sedem ku demeke dirêj bi rehetî tevnegerim. Lê her demê min bawer dikir ku divê ji deverekê dest pê bikim. Teqez divê min ji deverekê dest pê pê bikira, da ku ez heq jê derketama. Çîrokê beriya min dest pê kiribû li vê cografyayê. Ez ji deverekê tev li vê çîrokê dibim. Digihim vê rastiyê.. Raza sînemaya kurd ne rastî, çîvanok e..
Rastiyek e ku tu çîroka ku ez ne aidî wê me, xwe di nav de nabînim, giyanê min ne di nav de ye naxebitînim. Tîrêj ji beriya min li van çiyayan jiya. Doktorek bû û bi wesfê fermandarê gerîla li van çiyayan meşiya. Li şiverêyeke van çiyayan carekê li rastî wî hatim. Ji wê rasthatinê tenê bejna dirêj û çavên Tîrêj di bîra min de man.. Piştî bi salan wê şeva ku birîndar bûyî, ji cîhaza bêtêlê li ber hînîkahiya wê şevê ya bêhempa, li nav newaya çar hezar salî min li gotinên wî yên dawî guhdarî kir. Tîrêj, ji kozika xwe ya ku lê birîndar bû, dema ku bi hemû bi dilnizmiya xwe slav dayî hemû hevrêyên xwe, dema ku digot serê gelê kurd sax be, min nekarî ku bi hêstirên çavê xwe bigirim. Û ev gotinên dawî yên Tîrêj ên ku di kozika xwe de kirî, ji cihê herî kûr ê dilê min, li min xist.
Fîlmên min ji çîvanokên wiha tên, ku ji rasteqîniyan bêhtir rasteqî nin, her carê dema ku diqedînim û li wan dinêrim dibêjime xwe, vê carê jî nebûye. Lê li şûna ku bisekinim çêkirinê tercîh dikim. Bi xemgînbûnê, bi xwînîbûnê ketim nav çîrokên mirovên çiyê.
Belkî wan demên pêşî derfeta min ku li fîlman binêrim hebûya, helbet wê hin derhenêr bi fîlmên xwe bandor li min bikirana. Wan deman ji fîlman pir dûr bûm. Niha dibêjim baş e ku dûr im. Dema ku min fîlm çêdikirin ji derhêneran lê ji nivîskaran bibandor bûm. Dahurandinên kesayatiyê yên Vîctor Hugo, îmgeyên bêhempa yên Orhan Pamûk û çîrokên kurdan ên Murathan Mungan belkî jî hîmê sereke yên fîlmên min in. Ez dizanim ku ew wêjekarên pir zîrek in. Lê min di nivîsên wan de dîtbariyeke bêhempa dît. Honaka xurt a di pirtûkên wan de û rengê vegotina çîrokê bandora xwe li ser min kir. Bêguman nabêjim ku ez weke wan im lê keda wan a li fîlmê gerîla nikarim înkar bikim.
Û hê jî dema ku dest bi girtina fîlmekî dikim bi mîsogerî li cem min pirtûka yek ji van nivîskaran heye. Wê kîjan be jixwe ez nikarim wê diyar bikim. Ew vê diyar dikin û weke ku di nav xwe de li hev kiribin, bi rêzê yek jê derdikeve pêşiya min, xwe nîşan dide. Di qonaxa destpêkê de li cihekî li hêviya min disekine. Bi bêdengî çîvanokên xwe dibêje û bi carekê re dibe hevkarê fîlm.
Raza sînemagerên kurd ne di gotinan de, di newayan de ye..
Bi min, sînemagerên kurd tenê bi çêkirina fîlmên kurdî, bi xebitîna li ser mijarên kurdî wê nikaribin xwe bigihînin sînemayê. Kûrahiya di muzîka kurdî de dikare bibe mînakek. Hûn li kuderê jî bin, di kîjan şertan de lê guhdarî bikin jî bi mîsogerî mirov newaya kurdî pê derdixe. Di nav hemû xirecirê de mirov wê zevt dike.
Dibe ku xeyalek be lê di fîlmên xwe de ez dixwazim xwe bigihînim wê newaya bêhempa ya muzîka kurdî û wan rastiyên ji rastiyan bêhtir rasteqîn ên çîvanokên kurdî. Ev damarê çar hezar salî, ev çîvanok û ev newa haveyna hunera kurdî ye. Rabûna sînemaya kurd jî, ne li devereke pir dûr, li cihê pevgihîna çîvanok û newayê, li wê rastiya ku keseke ji me nikare înkar bike, bi denbêjan re ye..
Li van çiyayan gotinek heye ku gerîla pir jê hez dikin û pir dibêjin. Rojekê heke rêya we bi çiyayan bikeve belkî wê gotina pêşî ku hûn ê bibihîsin wê ev be.. Kuryeyê we wê ji we re bibêje rêya herî baş ew rêya ku tu pê dizanî û wê ji wan şiverêyan biçe ku wan baş nas dike.. Min di jiyana çiyayan de fêhm kir ku ev gotin ne gotineke wiha ye ku hema ji bo gotinê hatine gotin, ji dilê gerîlayan tê. Min hîs kir, wêdetirî gerîlayan jî, li qurçika herî veşartî ya hişê kurdan e. Hema hema li xilûxaliya ruhê her kurdî min bi carekê re ev ferq kir.. Bi demê re bi dilrehetî min qebûl kir ku jiyana min a li çiyayan bi vê rêgeza neniviskî hatiye pêçan û xebatên ku min kirin li ser vê rêgezê bidirûv bûne. Di xebatên xwe yên sînemayê de ku niha çêdikim, dema ku hebûna vê gotinê seh dikim, ku beriya bi salan kuryeyê min ê ku ez anîm çiyan ev gotibû, ez di ber xwe de dibeşişim.
Ez niha pê bawer dikim sînemaya kurd jî bi vê rasteqîniya xwerû ya kurdan re ji nêz ve têkildar e. Şîfreya dilê gelê kurd jî di vir de ye. Û ez hay jê heme heta ku sînemagerên kurd vê şîfreyê ji hev neveçirînin, heta ku vê kodkirina jiyana kurdan zevt nekin wê nikaribin xwe bigihînin mirovên kurd. Li vir her wiha divê bibêjim, ên ku nikaribin xwe bigihînin gelê xwe wê nikaribin xwe bigihînin rêgezên gerdûnî jî. Tu gerdûnî ji me ne wêdetir e û rêya ku xwe digihîne mirovên din pêşî divê berê xwe bide me û piştî vê gotinê dixwazim vegerim ser mijara esasî.
Yek ji xala herî girîng ku gelê kurd ji gelên din vediqetîne ev e.. Gelê kurd di nav geşedana dîrokî de neşibiyaye tu gelî. Di nav dîrokê de hemû gel pêvajoyên geşedanên yên hevşib jiyane lê gelê kurd neşibiyaye yekî ji wan, an geşedana bi şêwaza ku wê daniye domandiye, dema ku ev nebûye jî geşedana xwe rawestandiye, bi ser de jiyana xwe jî rawestandiye…
Li vir dixwazim xwe bigihînim vê; gelê kurd di dîrokê de tim li ser rêya ku ew pê dizane meşiyaye yan jî qet nemeşiyaye. Meşa li ser rêyên ku li hindefên çiyayan vekirî tercihî bazdana li ser aslafta şaristaniyê kiriye. Ev ne ji nezanî an jî cahilbûna wê ye, ji meyla azadiyê ya ruhê wê ye. Belkî jî ya ku gelê kurd kirî civaka herî dêrîn a dîrokê û kirî damara sereke ya şaristanî jê afirî, ev resenî be..
Ez pê nizanim bê ka sînemaya kurd wê kengî vê rastiyê zevt bike. Ew mirovê xweşik ê li girava Îmraliyê digot; ‘Em ji dîrokê pê ve çi ne, li derî dîrokê ji netiştbûnê pê ve çi ne’ û îşaret pê dikir cihê pêrabûna hunermendên kurd di dîroka gelê wan de ye.
Bastûra kurdan qebûl nake ku bibe dubareya hinan, bibe kevnika wan û jibergirtina wan. Bi xwerûbûna xwe bi sedan salan wê bisekine lê nekeve rengê hinek dî. Ev rengê kurdî ye. Hunermenên kurd, sînemagerên kurd divê vî rengî zevt bikin. Em ji bîr nekin, hemû rêyên dîrokê ji Kurdistanê derbas bûne lê gelê kurd li çiyayan şiverê ji xwe re vekirine. We divê ji vê re serhildêrî bibêjin, we divê serhişkî. Em çi navê jî lê bikin ev helwest helwesta kurdî ye. Navekî vê yê dî nîne.
Ez nizanim bê ka hunermendên kurd wê kengî vê meyla azadiyê zevt bike..
Bêguman kurd pir derengî sînemayê mane. Cîhan li vê qadê belkî sed salî li pêşiyan kurdan e. Em nirxên ku hunera sînemayê heta niha ava kiriye nikarin înkar bikin. Sînemagerê kurd divê lêkolîna vê nirxê bike, hîn bibe û xwe lê zêde bike. Lê ji vê girîngtir divê sînemagerê kurd rêya xwe xêz bike.
Em dikarin di rêyên hine dî de bimeşin, em dikarin xebatên pir serkeftî jî bikin, bi ser de, di nav van xebatan de em dikarin li ser kurdan jî bisekinin û dibe ku ji me re li çepikan jî bidin lê ev nayê wê maneyê ku em sînemagerên kurd in û sînemaya kurdî dikin. Her demê li pişt wan wê bibe weke wan. Û wê bibe delîla wê ku tu caran em ê nikaribin xwe bigihînin wan.
Ez pê dizanim ku di roja berdest de sînema bazarek e, ji bo ku mirov berheman bigihîne ber destê girseyê divê bikeve nav vê bazarê. Ez pê dizanim ku sînemaya kurd jî hewl dide ku di nav diranên vê çerxê de be. Ez ji van çiyayan hîs dikim sînemagerên kurd ku sektora wan nîne, bazara wan nîne zor li wan dibe. Her wiha ez ê daxwaza hebûna li nav vê bazarê, vê bêrîkirinê weke şerma sînemagerên kurd dibînim.
Ez pê dizanim ji bo çêkirina sînemayê hewceyî bi kanên aborî, destekê heye lê ez her wiha dizanim fikra ku sînemaya kurd pirsgirêka sînemeyê ye şaşitiyek e. Bi min sînemaya kurd ne li nav vê bazarê encex li derveyî vê dikare hebe. Li şûna ku xebatên min li nav bazarê carê bibe rojev, bibe malzemeyeke oryantal ku derxîninin pêş, ez tercîh dikim ku di dest ciwanên kurd de kuçe bi kuçe, mal bi mal bigere, qedexe be lê bi wêrekî lê were temaşekirin.
Gerîlayê kurd çawa ku rêya ku diçe azadiya gelê kurd li taleyên daristanên kurdan vekiribe, divê sînemagerên kurd jî bidin ber çavê xwe ku bikevin nav vê daristanê. Çawa ku zarokên ciwan ên gelê kurd bi destê xwe rêya xwe xêz kiribin, dîrok ji hunermendên kurd jî gavên wiha hêvî dike…
Heke huner wêrekîbûn be naxwe em wêrek bin.
Em xwe bernedin wî cihê bazarê. Em sînemeya xwe ne di nav têkiliyên bazirganî yê erzankirî e, lê di nav têkiliyên hevrêtiyê de ava bikin..
Heke mijar were ser min..
Ez gerîla me..
Heta ku li ser gelê kurd şûrê înkar û îmhayê kil bibe li dest min çek ez ê li çiyayan bijîm. Îro kameravan im, sibe wênegir im, roja dî ez ê li firnê nanpêj bim. Heke hewce be ku li ser gir bim ez ê li ser gir bim, heke divê nobedar bim, ez li nobetê bim. Heke hewceyî pê hebe ku bi rojan bimeşim, ez di rê de me.
Hemû peywirên ku gelê kurd bide min ez jê re amade me.
Ez careke dî fîlmekî çêbikim nizanim.
Lê yên ku divê vê bikin heke vê nekin ez dîsa nobedar im..”
(*) Xelîl Dag, di 1’ê Nnîsana 2008’an de li Bestayê di şer de li gel sê hevalên xwe şehîd bû. Xelîl Dag di 1973’yan de li Almanyayê jidayik bû, di sala 1995’an de ji bo belgefîlmekî ku gerîlayên PKK’ê vedibêje çû çiyayên Kurdistanê. Ji wê demê û şûn ve ji bo ku wêneyên gerîla bigire, bike fîlm û binivisîne li çiyayan ma. 6 fîlm, gelek gotarên li ser Kurdistanê û gerîlayên kurd û rojnivîsk hiştin.
Çavkanî: Halîl Dag/ANF