Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji Mexmûrê bang: Derfetên me êdî nemane

Kampa penaberan a Mexmûrê 9 mehin di bin ambargoya PDK’ê de ye. Li gel talûkeya şewba vîrûsê jî ambargo didome û rayedarên kampê nikarin pêdiviyên tibbî temîn bikin. Rayedaran anîn ziman ku hemû derfetên wan ên tenduristiyê xelas bûne û gotin: “Eger ku felaketek bê serê gel, rayedarên hikûmeta herêmî û neteweyî berpirsiyar e.”

Di 17’ê tîrmeha sala 2019’an de 3 rayedarên MÎT’ê li restauranta Hoqqabaz a li Hewlêrê hatin kuştin. Ji wê demê ve jî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di bin ambargoya Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê de ye. Ji ber ambargoyê hemû pêdiviyên jiyanê li ber tunebunê ne. Dîsa pêdiviyên tibî û tenduristiyê jî xelas bûne. Jiyana bi hezaran penaberan a li wargehê, ji ber vîrûsa koronayê di bin talûkeyeke mezin de ye. Li Iraqê heta niha ji ber şewba vîrusê 46 kesan jiyana xwe ji dest dan û 630 kes jî bi şewbê ketine. Li hin bajaran qedexeya derketina derve hê jî didome. Li Mexmûrê jî ji xeyni qedexeya  derketina derve, ambargo jî bênavber didome. Ji ber ambargoyê welatî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî wekî zexîre û tenduristiyê temin bikin.

‘Ger ku bûyerên şewbê derkevin em nikarin mudaxale bikin’

Ji bo rakirina ambargoyê ji her alî ve gelek bangawazî hatin kirin. Lê tevî vê yekê jî rêveberiya Başûr guh neda van bangan û gefeke mezin li jiyana 12 hezar penaberan dixwe. Têkildarî mijarê endamê Meclisa Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê bijîşk Bapîr Gundikramo axivî. Gundikremo got ku piştî şewba vîrûsa koronayê, ev nêzî meheke ketin û derketina wargehê xistine bin kontrolê û wiha domand: “Heta niha bûyereke şewbê nehatiye dîtin. Em bi derfetên pir bisînor hewl didin xwe biparêzin. Niha bi lezgînî pêdiviya me bi derman û malzemeyên tenduristiyê heye. Ger ku şewba vîrûsê bi kesekî re bê dîtin derfet û şertên em mudaxale bikin nînin. Pêdiviyê me ji cîhazên tansiyon, nexweşên kronîk, derman, malzemeyên antîbiyotîk, serûm û tibî hene. Ji ber ambargoyê em nikarin pêdiviyê xwe yên tibî temîn bikin. Em bang li hikûmeta herêmî û neteweyî dikin ku van pêdiviyên me bi lez temîn bikin.”

‘Em ji jiyana zarok û 12 hezar şêniyên wargehê bifikarin’

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Haci Kaçan jî der barê mijarê de ev tişt anî ziman: “Derfetên me yên tibî û jiyanî xelas bûne. Hikûmeta herêmê nahêle em derkevin. Şertên me yên jiyanê her ku diçe girantir dibin. Em ji ber tenduristiya zarokên kampê û 12 hezar welatiyen kampê bi fikar in. Em li gorî derfetên xwe tevdîran digirin. Lê êdî derfetê me jî xelas bûne. Ger felaketek bê serê gelê kampê, hikûmeta herêmî, hikûmeta neteweyî û hêzên navneteweyî berpirsiyar in.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar