Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîs û leşkeran gundê Amarayê dorpêç kiriye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal di bin gefa vîrûsa koronayê de dikeve 71 saliya xwe. Ji bo rojbûna Ocalan tenê 2 roj mane. Lê ji niha ve gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye, ji aliyê polis û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Her sal tevî astengiyan jî rojbûna Ocalan bi awayekî girseyî dihat pîrozkirin. Lê îsal ji ber metirsiya vîrûsa koronayê, bernameyek nehate diyarkirin. Lê tevî vê yekê jî hemû rêyên ku diçin Amarayê bi TOMA û seyareyên zirxî hatine girtin. Dorpêç, li gundê Goganê dest pê dike û heta ber mala ku Ocalan lê ji dayik bûye, didome.

Li aliyê din Mehmet Ocalan ku ji bo nexweşxaneyê hatibû Amedê û kurê wî parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan, dema ku vedigeriyan mala xwe, polîs û leşkeran pêşiya wan girt û navnîşana wan jê pirsîn. Hat zanîn ku ji ber ku navnîşana ajokarê Omer Ocalan ne li gund e, destûr nehat dayîn ku bikeve gund.

‘Gel ji Serok hez dike’

Têkildarî mijarê Mehmet Ocalan axivî û wiha got: “Ev sepaneke nedemokratîk e. Mala me bi seyareyên zirxî yên polîs û leşkeran hatiye dorpêçkirin. Di vegera ji Amedê de polîs û leşkeran bi çekan pêşî li me girt û navnîşana Omer Ocalan jê pirsîn. Ya ku dikin tiştên rast nînin. Yên ku dixwazin rojbûna Serok pîroz bikin, dikarin li malên xwe jî pîroz bikin. Gel ji Serok hez dike. Hûn top, gule, polîs û leşkeran jî bi cih bikin, Serok cihê xwe di dilê gel de çêkiriye. Dibe ku hûn bikarin bi zorê bendan deynin lê hûn nikarin bibin asteng. Dîsa rojbûna Serok li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz be.”

‘Cîhan bi koronayê û Tirkiye jî bi kurdan re mijûl e’

Herî dawî jî Ocalan ev tişt anî ziman: “Bi zilm û heqaretê dixwazin hêza xwe nîşan bidin. Bi vî rengî dewlet mezin nabe. Temamiya cîhanê bi vîrûsa koronayê re mijûle lê Tirkiye dibêje; ‘Gelo ez çawa bikim dê bikarim pêşî li kurdan bigirim.’ Me ji xwe ji ber rewşa şewbê gotibû ku pîrozbahî dê nebin. Ji ber dorpêça wan, şêniyên gund nikarin bi rehetî biçin malên xwe.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar