Bi belavbûna vîrûsa koronoyê (Covîd-19) re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewbê, çalakiyên girseyî hatin qedexekirin. Yek ji van qadan jî şano ne. Ji ber ve sedemê jî lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê nikarin derkevin ser dikê.
Lîstikvanên Şonaya Bajêr a Amedê bi rêbazeke cuda xwe digihînin şanohezan. Dê lîstîka xwe ya bi navê ‘Daweta Xwînê’ li ser hesabê xwe yê youtubê pêşkeş bikin.
Lîstika ku ji aliyê Federîco Garcîa Lorca ve hatiye nivîsandin û Ferhad Feqî derhêneriya wê dike, hîn di seetên yekem de ji aliyê sedan kesan ve hate temaşekirin. AMED