Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qeyûmê tayînê Şaredariya Cizîrê hat kirin, mala Hevşaredar Mehmet Zirig desteser kir. Zirig, diyar kir ku tevahiya cîhanê bi vîrûsa koronayê re, qeymûm jî bi cezakirina gelê Cizîrê re mijûle û bertek nîşanî biryara desteserkirinê da.

Di 29’ê Cotmeha 2019’an de qeyûm tayînê cihê Hevşaredarên Navçeya Cizîrê ya Şirnexê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kûtlû hat kirin. Qeyûmê tayînê şaredariyê hat kirin Qeymeqamê Navçeyê Sînan Davûtoglû, derbarê mala Hevşaredar Mehmet Zirig û du apên wî de biryara desteserkirinê da.

Komîsyona lihevkirinê ya Şaredariyê di biryara desteserkirina mala Zirig û apên wî de cih dan vê hincetê: “Derbarê milkê we yê hejmara 5 ada 618 a li taxa Dîcleyê de biryar hat dayîn ku were gelemperî kirin.” Di heman demê de balkêşe ku di biryarê de hatiye gotin ku “Ev biryara Encumeniya Şaredariyê ye.”

Zirig bertek nîşanî biryarê da

Hevşaredar Zirig bertek nîşanî biryarê da û derbarê vê rewşê de got; “Ev hiqûqa dijminantiyê ye” . Zirig, diyar kir ku tevahiya cîhanê bi vîrûsa korona re, qeymûm jî bi cezakirina gelê Cizîrê re mijûle û wiha axivî: “Ev biryar di rastiyê de, peyama ku ‘ezê te di vir de nedin hewandine.’ Hemû rayedarên saziyên dewletê yên li herêm bûne AKP’î, bi her awayî êrîş dikin. Ji xwe min berî hilbijartinê ev milkê xwe yê tekane aşkere kiribû û saziyên têkildar agahdar kiribû. Ewqas bêperwa bûne ku  êdî malên me ji me distînin û dibêjin ‘emê mala we di serê we de hilweşîn in.’ Îro di şexsê min de ji gelê Cizîrê û gelê kurd re dibijin ku ‘Em ê mala we di serê we de hilweşîn in.’ Lê bila baş bê zanîn ku ne gelê Cizîrê û ne jî gelê kurd tu carî serî natewînin.”

Dê îtîraz bike

Zirig, dest nişan kir ku ji bo biryara “pêdiviya gelemperî” divê biryara Meclîsa Şaredariyê hebe û wiha got: “Meclîsa şaredariyê tüneye. Qeyûm bi tena serê xwe ev biryar daye. Bi çend kesên li dora xwe kom kirine vê biryarê digire. Bi tu awayî ev ne hiqûqiye. Emê jî li dijî vê biryarê îtîraz bikin û mafê xwe yê hiqûqî heya dawiyê bi parêzin.” ŞIRNEX 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar