Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KONGRA-GEL: Rojeva bingehîn divê azadiya Rêber Apo be

  • NAVENDA NÛÇEYAN

KONGRA-GEL diyar kir, “Di 4’ê Nîsanê de qedera gelê Kurdistanê guherî. Azadiya Rêber Apo divê rojeva bingehîn be.”

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘Qedera gelê kurd guherî’

Peyama KONGRA-GEL wiha ye:

” Rojbûna Rêber Apo di destpêkê de li malbata Rêbertiyê, malbatên şehîdan, gelên Kurdistan û Rojhilatanavîn, hemû hevalan, jinên cîhanê û mirovahiya pêşketî pîroz be.

Roja 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo, di dîroka gelên Kurdistanê de rojbûna ‘Kurdê azad, jina azad û civaka azad’ e. Mîlada guhertina qedera gelên Kurdistanê ye, destpêka lêgerîna heqîqeta jiyana azad e. Ji ber vê yekê jî em dikarin bejin ku gelên Kurdistanê bi sedan sal e li benda vê rojê ne.

Bi Manifestoya Azadiyê û pêşengtiya jinên azad, li Kurdistan û Rojhilata Navîn jiyana azad û demokratik ya gelan hat avakirin. Paradigmaya Rêbertî li hemû cîhanê deng veda, ji bo lêgerînên gelan, yên kedkaran û jinên cîhanê re bû hêviyeke mezin.

Ji ber vê yekê jî êdî azadiya Rêber Apo ne tene ji bo gelên Kurdistanê, ji bo jinên cîhanê, ji bo gelên azadîxwaz û mirovahiya pêşketî re jî pêwîst e.

‘Rojeva bingehîn divê azadiya Rêber Apo be’

Rêveberên pergala kapîtalîst û dewletên dagirker, vê rastiya Rêber Apo baş dizanin. Ji ber vê yeke jî li İmrali’yê tecrîdeke pir giran pêk tînin.

Rejîma faşist a dewleta Tirk, dixwaze vê dema Vîrûsa Koronayê (Covid – 19) ku herkes bi wî ve mijûl e, ji bo xwe bike derfet, zexta xwe li ser Rêber Apo û gelên Kurdistanê hê jî girantir bike.

Pêwîst e plana rejîma faşist a dewleta Tirk, bête vala derxistin. Bi taybetî di pêşengtiya jin û ciwanan de gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşketî, di vê demê de azadiya Rêber Apo pêwîst e bikin rojeva xwe ya yekemin. Jiber ku azadiya herkesi, girêdayî azadiya Rêber Apo ye.

‘Pergala kapitalîst navenda nexweşiyan e’

Rêber Apo di Manîfestoya Azadiyê de, nexweşiyên cîhanî çima û çawa encamên pergala kapîtalîst e, berfireh diyar kiribû. Ev pêvajoya Vîrûsa Koronayê îspatkir ku pergala kapîtalîst bi xwe navenda hemû nexweşiyên cîhanê ye. Rêber Apo diyar dike ku heta ev pergala kapîtalîst têk neçe, ji miravahî re azadî û rehetî tine ye.

‘Em seferber bibin sala 2020’an bikin sala azadiyê’

Ev pêvajo car din îspatkir ku nêrînên Rêber Apo çareseriya hemû pirsgirêkên pergala cîhanê ye. Jiber vê rastiyê, pêwîst e herkes azadiya Rêber Apo wek azadiya xwe bibîne û seferber bibe.

Ji bo azadiya Rêber Apo û demokrasiya gelên Rojhilata Navîn, ji bo şikestina tecrîta İmralî’yê û têk birina faşîzma dewleta Tirk, em bang li herkesî dikin ku bi bilindkirina tekoşîna xwe em sala 2020’an bikin sala azadiyê.

Rojbûna Rêber Apo, rojbûna ‘Kurdê Azad’ li hemû şopdarên jiyana azad pîroz be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar