Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Mîna Heskîfê, Geliyê Zê jî tê tunekirin!

Geliyê Zê bi dewlemendiya heywan û nebatên xwe yek ji devera herî xweş a cîhanê ye. Mîna gelek deverên Kurdistanê yên weke Heskîfê, dewleta tirk bi destê hikûmeta AKP’ê niha jî bi hinceta bendav û qereqolan Geliyê Zê jî xera dike.

Ji bilî vê her wiha plansaziya wê dikin ku li ser qada 30 hezar metro bi dirêjahî û firehiyê ji bo hêzên dewletê tesîs û ji bo nokerên dewletê jî otêlan çêbikin û bêhtir ziyanê bidin gelî.

Geliyê Zê weke yek ji cihê şînî û fêkî ya Colemergê tê zanîn. Hinar, kuncî, hejîr, tirî û gûz û gelek fêkiyên din şîn tên. Her wiha xwedîkirina sewalan, mêşên hingiv û masîgirî jî li Geliyê Zê tê kirin.

Beriya niha ji ber HES’an û bendavan beşekî berfireh ê Geliyê Zê hate ziwakirin. Geliyê Zê ku yek ji devera kêmpeyda ya Colemergê ye ku çandinî lê tê kirin ji ber ziyana 18 salan a AKP’ê êdî nema dikare çandinî lê were kirin.

Li Geliyê Zê ya di navbeyna Wan û Colemêrgê de ye, gelek HES, qereqol, kalekol û cihên kontrolê hatine çêkirin. Nexasim di navbeyna Wan-Colemerg û Geverê de, li nêzî cihê kontrolê ya Pira Nû ji ber HES’a li Çemê Ezo beşekî berfireh ê herêmê hate ziwakirin, çandinî û zîwan hate tunekirin. HES’a li Geliyê Zê, bendav û avaniyên din hemû bi mebesta leşkerî têne bikaranîn.

Vê carê jî bi navê tesîsên sosyal, otêl, kafe, lokanta û kuleyên çavdêrîkrinê Zê dê were herimandin, qada bi dirêjî û berfirehiya 30 hezar metro dê were tunekirin. Li veqetana rê ya di navbeyna navenda Colemerg û Çelê de li Geliyê Zê ji ber otêl û tesîsên ji bo hêzên dewletê bibe beton. Beriya bi demeke kurt bi wesayîtên Midûriyeta Herêmê ya Karûbarê Avê ya Dewletê kevir hatin danîn. Herdu aliyên çêm tije kirin, ziyaneke mezin giha Geliyê Zê. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar