Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Gokkan: Hemû rêyên tundiyê dewlet hînî mêr dike

Bi derketina vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku gelemperiya gel ji malên xwe dernakevin, tundiya li dijî jinê jî zêde bû. Têkildarî mijarê Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan ji ANF’ê re axivî.

Ayşe Gokkan diyar kir ku jinên ku ji ber talûkeya vîrûsa koronayê li malê dimînin rastî tundiya mêr tên û wiha got: “Em weke TJA’yê ji ber vê rewşê bifikar in. Ji bo rojên wiha me tevdîr girtibûn lê dewletê hemû sazî û dezgehên jinan ên tevdîrê desteserkirin û girtin. Dewlet bi tu awayî jinê naparêze û hemû derfetên ku jin bikare xwe biparêze ji dest digre. Desthilatdarî mêrên kujer diparêze. Hikûmeta AKP bi zagonên xwe dixwaze di her alî de jinê hewcedarî mêr û dewletê bike. Di hindirê malê de jî mêr weke dewleta malê ye û dewletê mal xistîne dewlet. Ger jin li dijî vê rewşê xwe bihêz neke dê ji tundiyê xelas nebe.”

Gokkan da zanîn ku êrîş, komkujî û kuştinên li dijî jinê polîtîkin û dewlet vê yekê dike. Gokkan wiha domand: “Hemû rêyên tundiya li ser jinê, dewlet hînî mêr dike. Komkujî û kuştinên li dijî jinê bi hevkariya dewletê pêk tê. Şewba koronayê herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Li malê rastî tundiya mêr tên. Rayedarên dewletê her roj bang dikin ku gel di malê de bimîne. Lê mixabin li hemberî tundî û kuştinan tevdîran nagirin.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar