Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar de, bi rêya konferansa vîdeoyê li hev kom bûn. Civîna ku ji 15 rojan carekê pêk tê, dest pê kir.
Lijneya Rêvêberiyê ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) li ser tevdîrên civakî rawestiyan û diyar kirin ku berî her tiştî divê piştevanî û şewirmendî bê xurtkirin. Lijneyê biryar da ku ji niha û şûnde hefteyê carekê civînên xwe li dar bixin. Lijneyê xwest li şûna ji îktîdar û dewletê bixwazin, dijberî vê yekê rêyên alternatîf pêş bixin û torên herêmî û torên piştevaniya civakî xurt bikin.
HDP’ê li dijî zor û zehmetiyan biryar da ku dê ji bo parastina civakê tevdîran bigirin û ji bo vê yeke armanc dikin ku toreke fireh a piştevaniya civakî pêş bixin. HDP ji bo parastin û piştevaniya civakê dest bi amadekariya ‘Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira’ dike. ENQERE