Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Divê zext li dewleta tirk bê kirin ku li gorî peymanan tevbigere’

Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser belavbûna vîrûsa koronayê (Covîd-19), bang li tevahiya cîhanê kir ku şer bidin sekinandin û agirbestê ragihînin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersiv dabû vê banga NY’yê û diyar kiribû ku ew erênî li nêzî banga NY’yê dibin. HSD’ê gotibû ku artêşa tirk û çeteyên wê êrîşên xwe didomînin. Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî têkildarî mijarê ji ANHA’yê bi Ekrem Berekat û Botan Hisên re axivî.

Îlham Ehmed di serî de bang li Sekreterê NY’yê Antonîo Guterres kir û xwest ku pêşiya zext û êrîşên dewleta tirk bigire. Ehmed wiha got: “Bangawaziya agirbestê baş e lê heke çareseriyên guncav nebin, dê rê li ber şerên nû veke. Bangawazî bi tena serê xwe têrê nakin. Divê hewldanên çareseriyên serkeftî bên dîtin.”

‘Ji ber êrîşan welatî koçber dibin’

Bi domdarî jî Ehmed diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga NY’yê û wiha domand: “Ji ber bandora şerên li cîhanê, li ser xweza û tebeqeya Ozonê bandorên nebaş çêdikin. Ev şer mirovan telef dikin. Hêvîdarim ku agirbesteke ku li cîhanê, roleke di xilasiya xweza û mirovahiyê de bilîze. HSD’ê ev bang bi erênî bersivand. Lê tevî bangawaziyan jî dewleta tirk a dagirker rojane êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji ber van êrîşan jî şêniyên herêmê neçar dibin ku koçber bibin.”

Banga ji bo hêzên navdewletî

Herî dawî jî Îlham Ehmed ev tişt destnîşan kir: “Divê çeteyên girêdayî dewleta tirk ên êrîşan dikin, bên kontrolkirin. Ew çete ji berpirsiyariyê direvin. Gelo ev rewş dê heta kengî bidome? Divê civaka navneteweyî zextê li dewleta tirk bike da ku van çeteyan kontrol bike. Ev çeteye sedema berbelavbûna Sûriyeyê û aloziyê ne. Tirkiye ji tevahiya peyman, lihevkirin û bangawaziyên navneteweyî direve. Em bang li civaka navneteweyî, NY, YE, DYA û Rûsyayê dikin ku zextê li dewleta tirk bikin da ku peymanan bi cih bîne.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar