Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî hikûmeta AKP’ê hişyar kir

Navenda Nûçeyan |

Ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19), girtiyên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di bin rîskeke mezin de ne. Ji bo ku di qanûna înfazê de wekhevî çêbibe û girtiyên siyasî jî bikarin ji qanûnê sûd bigirin, malbatên girtiyan, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek derdorên demokrat bang li hikûmetê dikin.

Di vê çarçoveyê de rexistinên civaka sivîl ên Amedê yên KESK, TMMOB, DÎSK, Baroya Amedê, Odeya Diransazan, Înîsiyatîfa Maf, Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî (SHUDER), Odeya Bijîşkan, Weqfa Mafê Mirovan a Tikriyê (TÎHV) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî guhertina qanûna înfazê ya di Komîsyona Edaleta Meclisê de derbas bû, daxuyaniyeke nivîskî dan.

‘Heke girtî neyên berdan dê rê li ber trajediyeke mezin vebe’

Saziyan nedaxilkirina girtiyên siyasî ya qanûnê rexne kirin û bal kişandin ser metirsiya girtî pê re rû bi rû mane. Saziyan bal kişandin ser newekheviya guhertina qanûna înfazê û diyar kirin ku ew dixwazin ku di guhertinê de wekhevî pêk were. Bi domdarî jî saziyan destnîşan kir ku ew dixwazin hemû girtiyên siyasî ji rojnamegeran bigire heta wekîl û hevşaredaran ên ji ber ramanên xwe girtî ne, demildest werin berdan û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Heke girtî neyên berdan dê rê li ber trajediyeke mezin veke.”

Daxuyaniya partiyên siyasî

Di heman demê de 11 partiyên siyasî yên HDP, DBP, EMEP, ESP, SODAP, Partiya Çep, Partiya Şoreşger, SYKP, TÎP, TKP û Partiya Çep a Kesk jî têkildarî heman mijarê bi sernavê ‘Em di qanûna înfazê de wekheviyê dixwazin, em bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin’ daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin k bi sed hezaran girtî li dijî vîrûsê di bin rîskê de ne û di qanûna înfazê de wekhevî hebe.

Partiyan diyar kir ku qanûna înfazê ya ku zarok, kal, pîr û nexweş pê tehliye nebin, dijminê mirovahiyê ye û wiha bi dawî kir: “Divê li gorî peyman û rêgezên DMME û AYM’ê bê tevgerîn. Em cihêkariyê qebûl nakin û dê rê nedin vê qanûnê ku derbas bibe. Em bang li her kesî dikin ku dengê edaletê bilindtir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar