Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

WHO’yê alîkariya tibî ji çeteyan re şand lê neda Rojava

Navenda Nûçeyan |

Bi belavbûna vîrûsa koronayê (Covîd-19) re, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) rewşa pandemî ragihand û banga hevkariyê kir. Li hêla din WHO’yê dest bi destekdayîna qadên tenduristiyê kir. Lê di vê mijarê de cihekarî kir. Mînak desteka tibî pêşkêşî rejîma Sûriyeyê û herêma Idlibê ya di bin kontrola çeteyên El Nusrayê de kir. Lê tevî bangawaziyan jî, alîkarî neda herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa ji ANHA’yê re axivî.

Ciwan Mistefa da zanîn ku têkiliyên wan bi rêxistinên tenduristiyê re hene û wiha domand: “Beriya vîrûsa koronayê di serî de WHO, her tim bi rêxistinên tenduristiyê re di nava danûstandinan de bûn. Piştî ku korona li welatên cîran belav bûy, ev ev têkilî zêdetir bûn. Ev têkilî niha jî didomin. Lê WHO’yê erka xwe ya mirovî baş bi cih ne anî. Heta niha tu alîkariyên tibî nedane Rêveberiya Xweser.”

‘WHO divê alîkariyê bide hemû gelan’

Mistefa diyar kir ku di mijara şandina nimûneyên tibî ber bi Şamê ve ew zehmetiyan dikêşin û wiha got: “Ji bo ku hevkariyeke di asta tê xwestin de bi WHO’yê re çêbibe, em zehmetiyan dikêşin. WHO’yê destek da rejîma Sûriyeyê û herêmên bi alîkariya dewleta tirk hatine dagirkirin. Ji WHO’yê tê xwestin ku alîkariyê bidin hemû gelan. Lê mixabin tenê destek dan hikûmeta Sûriyeyê û û herêm di bin kontrola çeteyên dewleta tirk de.”

‘Pêwîstiya me bi alava PSR’ê heye’

Herî dawî jî Mistefa ev tişt destnîşan kir: “Hewldanên me hene ku ev alavên tibî ji me re bên şandin. Hewcehiya Rêveberiya Xweser bi alîkariya tenduristiyê heye. Di vê merheleyê de pêwîstiya me bi alava PSR heye ku alaveke tibî ya pêşketî ye û nexweşên vîrûsa koronayê tespît dike. Ev alav li cem me nîne. Li Şamê heye û herî dawî jî dan çeteyan. Ji ber şerê li welat, binesaziya tenduristiyê ya herêmê qels bû. Hewcehî bi jinûve avakirin û sererastkirinê heye. Bi taybet jî hewcehî bi dermanên ji bo nexweşiyên kronîk û penceşêrê heye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar