Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şewba koronayê belav dibe: Zêdetirî milyonek û 400 hezar kes pê ketine

Navenda Nûçeyan |

Li tevahî cîhanê 1 milyon û 400 hezar kes bi şewba pandemî ya Covîd-19 ketine, her wiha hejmara kesên mirî jî 83 hezarî derbas kir. Herî zêde kes li Ewropa bi vê vîrûsê dikevin û dimirin.

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) her ku diçe bêhtir li cîhanê belav dibe. Li gorî daneyên Zanîngeha John Hopkînsê, ji saet 14:00’an ve hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihiştiye milyonek û 446 hezar kesî. Her wiha zêdetirî 83 hezar kes jî mirine. Li gorî heman çavkaniyê, ji kanûnê ve li temamiya cîhanê 308 hezar kes jî baş bûne.

Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye raporek parve kir û destnîşan kir ku dê vîrûsa koronayê li ser aborî û xebatê bandoreke mezin bike. Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber şewba kûrewî de di her sê mehên salê de saetên xebatê ji sedî 6,7 ji holê hat rakirin. Ev windahiya saetan beramberî wê yekê ye ku 195 milyon kes ango karkerên ku kar dikirin e.

Daneyên li çend wiha ne:

* Li gorî daneyên fermî yên dewleta tirk ên duh, heta niha 725 kes bi vîrûsê mirine û 34 hezar û 109 kes jî bi vîrûsê ketine. Her wiha li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî rewşa girtiyan di xetereyê de ye. Li gorî agahiyan, Girtîgeha Barfa ya Samsunê girtiyekî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.

* Li DYA’yê zêdetirî 400 hezar kes bi vîrûsê ketine û 13 hezar jî mirin.

* Li Îtalyayê 135 hezar kes bi vîrûsê ketine û ji van 17 hezar jê mirine. 94 hezar kes jî tên dermankirin.

* Li Spanyayê 146 hezar kes bi vîrûsê ketin û zêdetirî 14 hezar kes jî mirine. Li welat 85 hezar jî tên dermankirin.

* Li Fransayê heta niha 109 hezar kes bi şewbê ketine û ji van 10 hezar û 300 kes jê mirine. Her wiha 80 hezar jî tên dermankirin.

* Li Almanyayê 107 kes bi vîrûsê ketine û zêdetirî 2 hezar kes jê mirine. 70 hezar kes jî tên dermankirin.

* Li Ingilistanê 55 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine û 6 hezar û 150 kes jê mirine. Zêdetirî 50 hezar kes jî tên dermankirin.

* Li Hollandayê 19 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine, 2 hezar û 100 kes jî mirine. 17 hezar jî tên dermankirin.

* Li Belçîkayê jî zêdetirî 23 hezar û 400 kes bi vîrûsê ketine. Ji van 2 hezar û 240 kes jê mirine û 17 hezar kes jî tên dermankirin.

* Li Swîsreyê 23 hezar kes heta niha bi vîrûsê ketine û 840 kesan jî jiyana xwe ji dest daye. 14 hezar jî tên dermankirin.

* Li Swêdê 7 hezar û 700 kes bi vîrûsê ketine û 600 kes jê mirine. Nêzî 7 hezarî jî tên dermankirin.

* Li Îranê 64 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine. Nêzî 4 hezar kes mirine. Çavkaniyên mûxalîf dibêjin ku hejmara miriyan 19 hezar û 500 kes zêdetir e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar