Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Karnameya Ednan Zurfî û astengiyên li pêşiya wî

 

Mem Avba |

Serokwezîrê Iraqê Ednan Zurfî yê rojên borî ji aliyê serokkomar Berhem Salih ve hatibû peywirdarkirin, çend roj berê bernameya xwe ya kar pêşkêşî parlamentoyê kir. Ev demeke dirêj e ku li Iraqê ne hikûmetek ava dibe, ne jî aramiyeke civakî pêk tê. Alozî û qeyrana civakî, olî, aborî; bi van re têkildar nakokiyên etnîkî û mezhebî; dîsa lêgerîn û têkoşîna dadwerî, wekhevî û demokrasiyê bênavber didome.

Ednan Zurfî yê ku di 17’ê adara 2020’an de ji ber valatiya desthilatî û hikûmetê, ji bo serokwezîriyê hatî peywirdarkirin, di 4’ê nîsanê de karnameya xwe ya hikûmetê pêşkêşî parlamentoyê kir. Zurfî, bi vê bernameyê xwedî angaşteke ku dê ‘hikûmeteke bi rêkûpêk ava bike û bernameyeke kar derxe’ be jî, ji helwestên aliyên siyasî û eniyên cur be cur ên li Iraqê dixuyê ku ev yek dê zehmet be!

Lewre ji roja ku Zurfî hatî ser kar û heta niha hema bêje li rastî nerazîbûnên gelek alî û eniyên sunnî, şîe û kurdan tê. Ji bo ku kesayetên heta niha li Iraqê hatî ser desthilatdariyê ne xwedî nêrîn û vîneke serbixwe ne, girêdayî aliyekî ne; nekarîne bibin berdevk û nûnerên giştî yên civaka Iraqê. Her tim bi nerazîbûna aliyekî re rû bi rû mane. Vê jî nehiştiye ku hedefa danî pêşiya xwe pêk bînin.

Ednan Zurfî her çiqas xwedî nasnameyeke ‘ereb/şîa’ be jî tê tewanbarkirin ku nêzî DYA’yê ye. Lewre ji aliyê beşeke girîng a şîeyan ve jî nayê pejirandin. Nexwazim di rojên borî de 5 beşên girîng ên şîeyên Iraqê (Ên nêzî siyaseta Îranê) diyar kirin ku dê piştgirî nedin Zurfî. Her çiqas piştî zelalbûna helwesta DYA’yê niha bêndeng bin jî, eniyên sunnî û kurdan berê diyar kiribûn ku dê piştevaniya vê hikûmetê nekin. Ev zehmetiyên siyasî yên li pêşiya Zurfî ne ku dê pê re rû bi rû bimîne.

Karnameya Ednan Zurfî ji 16 beşan pêk bê jî beşên girîng ên derdikevin pêş; 1- Pêşîlêgirtina nexweşiya koronayê, 2- Pêkanîna aramiya welêt, 3- Pêkanîna amadekariyên hilbijartina parlamentoyê, 4- Çak-kirina aboriya welêt e! Başe em berê xwe bidin van angaşt û sozên Ednan Zurfî ka çiqas gengaz in?

Bêguman ji bo bersiveke erênî ya tevahiya van pirs û kêşeyan; lihevkirineke giştî ya aliyên siyasî, hizbî, komalî, bawerî, çandî û etnîkî yên li Iraqê pêwîst e. Berovajiyê vê ne gengaz e ku di vî warî de gaveke biçûk jî bê avêtin. Ji bo wê analîzvanên rastbîn ên li qadê diyar dikin ku karnameya Zurfî xeyalî ye, ji rastiyê dûr e. Mînak soz dide û dibêje, “Ez ê li dijî şewba vîrûsa koronayê têkoşîneke çalak bikim..” Baş e gelo dê ev çawa pêk bê?

– Ya yekemîn, sînorekî berfireh ê Iraqê bi Îranê re heye û ne ji aliyê emnî û leşkerî ve, ne jî ji aliyê îdarî ve dewleta Iraqê ne xwedî wê serweriyê ye ku van sînoran di bin çavdêrî û venêrînê de bihêle.

– Ya duyemîn, dewleta Iraqê ne xwedî xizîneyeke mezin û budçeyeke zêde ye ku li dijî vîrûsa koronaye têkoşîneke çalak bike, budçeya pêwîst ji bo wê veqetîne.

– Ya sêyemîn, ji bo ku weke dewlet, Iraq ji sala 2014’an ve di nav şerekî hilweşîner de ye (Şerê li dijî DAIŞ’ê), pergala dewletê ya malî hema bêje nemaye; bi rêjeyeke mezin deyndarê hêzên navdewletî û IMF’ê ye. Lewre ne xwedî xizîne û bûdçeyekê ye, ne jî ji ber deynên xwe yên derve nikare deyn ji hêzên navborî bigire. Jixwe rojeva sereke ya van hêzan, vîrûsa koronayê ye.

– Mijareke dîtir jî ew e ku bihayê petrolê hema bêje du qat ketiye, ango erzan bûye. Aboriya Iraqê bi giranî li ser petrolê ye û ev petrol jî di bin venêrîna DYA’yê de ji bo derve tê hinardin…

Angaşteke Zurfî ya dîtir jî ew e ku dibêje; ‘Ez ê di nava salekê de amadekariyên hilbijartina parlamentoyê pêk bînim.’ Lê belê ji bo ku di demeke wiha kaotîk de li Iraqê hilbijartineke nîzamî û şefaf pêk bê, çend tişt lazim in:

– Ya yekemîn, bi şerê DAIŞ’ê re hilweşîneke mezin a mîrovî û mîmarî li welêt çêbû. Lewre ji bo hilbijartin pêk bê divê destpêkê serjimariyeke rêkûpêk bê çêkirin. Ango gelheya gel bê hejmartin ka çiqas kes dijîn.

– Ya duyemîn, ji ber şerê bi DAÎŞ’ê re gelheyeke mezin a gelên Iraqê ji warê xwe koçber bû. Lewre divê vegera vê gelgehê pêk bê ku ev soz bên cih.

– Ya sêyemîn, lîsteya hilbijêran divê ji nû ve bê destgirtin û lîsteyeke rastiyane bê çêkirin. Çimkî di vî şerê navborî de bi milyonan hilbijêran an jiyana xwe ji dest dan an jî koçber bûn!

– Ya çaremîn û herî girîng jî, nêzî 6 meh e li Iraqê gel li qad û kolanan, di nav xwepêşandan û çalakiyan de ye ku nexweşiya korona jî nekarî bide sekinandin. Heta daxwazên xwepêşanderan pêk neyê ne gengaz e ku gavek bê avêtin…

Ji ber van mijarên hatî ziman û gelek ziraviyên wê gengaz naxuyê ku di qewlê hatî diyarkirin de serokwezîr Ednan Zurfî bikare sozên xwe pêk bîne. Tenê ji bo li tevahiya welêt serjimarî pêk bê, 6 meh pêwîst e. Dîsa ji bo amadekariyên hilbijartinê herî kêm 6 meh lazim e. Em qala mijarên aborî, ewlehî, aramî hwd. nakin jî. Jixwe ne diyare ka nexweşiya koronayê dê çiqas bidome û bigihije kîjan astê!

Lewre li gorî van daneyan zêde gengaz naxuyê ku soz û angaştên serokwezîrê nû di karnameya xwe de dayî pêk bên.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar