Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Dewleta tirk nexweşên koronayê derbasî Rojava dike!

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mûstafa têkildarî şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ji ANF’ê bi Hîvda Hebûn û Mûstafa Çoban re axivî.

Dr. Ciwan Mûstafa diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 9 sal in di şer de û di bin dorpêçê de ye û wiha got: “Şewba ku Sûriye jî di nav de li Rojhilata Navîn belav bûye, rojane dibe sedema mirina mirovan. Piştî ku şewb gihîşt Rojhilata Navîn me deriyên sînor girt. Em destûrê nadin ku kes xwe nêzî sînorên me bike. Li tevahiya herêmê rêwîtiya li navbera bajaran hatiye rawestandin. Qedexeya derketina derve didome. Karên dezenfekteyê tê kirin, li gorî derfetên xwe me amadekarî kirin. Bi saya tevdîrên hatine wergirtin heta niha li herêmê nexweşek nehatiye dîtin.”

‘Bi derfetên heyî em nikarin li ber şewbê bisekinin’

Mûstafa destnîşan kir ku îxtîmal heye ku li herêmê nexweşên bi vîrûsa koronayê bên dîtin û wiha domand: “Di rewşeke wiha de derfetên me yên dermankirinê, alavên tibî, personelên tenduristiyê û derfetên madî kêm in. Derfetên me nîne ku em li ber şewbeke wiha bisekinin. Mesela li devereke mîna Şehbayê derfetên tenduristiyê gelekî kêm in. Derfetên heyî têra xizmetên rojane jî nakin. Herêm dorpêçkirî ye.”

Hewldanên ji bo anîna cîhazan

Bi domdarî jî Mûstafa da zanîn ku ji bilî nexweşxaneyên taybet, 14 nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser hene û wiha pê de çû: “Nexweşxane li gorî şert û mercên herêmê û pêwîstiyan hatine amadekirin. Nexweşxane û servîsên lezgîn 24 saetan xizmetê didin. Li nexweşxaneyan ji 40 heta 200 personelên tenduristiyê wezîfedar in. Di encama karekî hevpar ê Komîteya Tenduristiyê û saziya PIS a Swêdê de, amûrek ku vîrûsa koronayê tespît dike hate afirandin. Di navbera 30 heta 60 kêliyê de 80 heta 85 ji sedî encamên rast aşkera dike. Ev amûra testê li navendên tenduristiyê hemûyan ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hene. Ji bo tespîta ji sedî 100 a vîrûsê pêwîstî bi hin cîhazên cuda hene. Ji bo em van cîhazan bînin herêmê, hewl didin. Ji ber ku herêm dorpêçkirî ye û sînorên welatan girtî ne, pirsgirêk hene. Ev yek pirsgirêka herî mezin e li pêşiya me. Personelên me yên perwerdekirî yên karibin li hemberî vîrûsê têbikoşin nînin.”

‘Dewleta tirk sûc dike’

Herî dawî jî Dr. Ciwan Mûstafa ev tişt destnîşan kir: “ Heta niha jî WHO’yê tu alîkarî nedaye me. Li kampên herêmê bi sedhezaran mirov dijîn. Ev jî xetereyeke mezin e. Derfetên Rêveberiya Xweser ên ji bo pêşîlêgirtina şewbê li kampan kêm e. Li Kampa Holê welatiyên ji 44 welatan hene. Ango berpirsyariya 44 dewletan û koalîsyona navneteweyî heye. Her wiha li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, li Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê navendeke karantînayê hatiye amadekirin. Kesên li Tirkiyeyê bi vîrûsê ketine, birine wê derê. Ev yek ji bo herêmê metirsiyeke mezin e. Dewleta tirk sûc dike.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar