Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Malbata girtiyan: Di qanûna înfazê de rêgeza wekheviyê binpê nekin

Hevdîtinên ji bo sererastkirina qanûna înfazê ya li meclisa dewleta tirk didomin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, malbatên girtiyan û gelek derdorên cuda jî bang li hikûmeta AKP-MHP’ê dikin ku di qanûna înfazê de li gorî rêgeza wekheviyê tevbigerin. Malbata Gezer ku li gundê Xelîla yê Kerboran a Mêrdînê dimînin, têkildarî mijarê bi MA’yê re axivîn.

Ji zarokên malbatê Bîlal Gezer di sala 2014’an de di çalakiyên 6-8’ê Cotmehê yên li dijî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de jiyana xwe ji dest da. Di heman çalakiyê de Mehmet Emîn Gezer jî birîndar bû û niha felc e. Ji heman malbatê Garîbe Gezer (27) di 3’yê adara 2016’an de dema ji bo dîtina birayê xwe diçe Kutahyayê, bi hinceta lêpirsînekê hate binçavkirin û piştre 21 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Garîbe Gezer ku nexweşe, ev 4 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê dimîne. Ji endamên malbatê Haşim Gezer (40) jî di 4’ê adara 2017’an de hate girtin. Haşîm Gezer zewicî ye û bavê 6 zarokan e. Niha di Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê de dimîne û 22 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Di dema çalakiya greva birçîbûnê de rastî êrîşa gardiyanan hatibû û ji ber vê parxanên wî şikiya bûn û emeliyat bûbû.

Alavên paqijiyê nadin girtiyan

Haşîm Gezer demek berê li malbata xwe geriya û got ku li girtîgehê paqijî nayê kirin û nikarin amûrên paqijiyê bikirin. Gezer da zanîn ku gardiyanan di serdegirtina qawîşan de desmalkên şil û peçe yên ku ji bo hevalên xwe kiribûn, desteser kirine. Garîbe Gezer jî diyar kir ku rêveberiya girtîgehê alavên paqijiyê nade wan û gardiyan bê maske û lepik li qawîşên wan digerin.

Bang kir

Birayê Haşîm û Garîbe Gezer, Mehmet Emîn Gezer jî ji bo xwişk û birayê xwe bang kir. Gezer got: “Dayik û bavê min nexweş in. Xwşik û birayê min sewqî bajarên dûr kirine. Rewşa me ya aborî jî nebaşe û em nikarin wan bibînin. Qanûna înfazê ya ku anîne meclisê, li dijî rêgeza wekheviyê ye. Divê qanûn ji bo her kesî wekhev be. Ger ev qanûn bi vî awayî bê qebûlkirin, xwişk û birayê min jî di nav de dê bi hezaran girtî terkî mirinê bên kirin. Em bang li hemû parlamenteran, li wezîrê dadê û hikûmetê dikin ku heke ev qanûn neyê guherandin, dê nekarin ji bin vî barî derkevin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar