Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Serokwezîrê Iraqê Salih ji bo avakirina hikûmetê Kazimî peywirdar kir

Navenda Nûçeyan |

Aloziya siyasî ya li Iraqê hêj jî çareser nebûye. Li Iraqê ji dêvila serokwezîr Adnan Zurfî yê ku wê hikûmet ava bikira, serokomar Berhem Salih şefê îstîxbaratê Mûstafa El Kazimî peywirdar kir.

Hema bibêje hemû pêkhateyên siyasî Kazimî qebûl kiribûn û demeke dirêj wekî zilamê DYA’yê dihate dîtin. Kazimî têkiliyên xwe yên bi Îranê jî xurttir kiribûn. Di çend rojên dawîn de li ser hev civîn hate kirin û li ser kesê ku wê têkeve şûna Zurfî nîqaş hatin kirin.

Roja çarşemê YNK û PDK’ê jî diyar kiribûn ku heke Zurfî were vekişandin dê piştgiriyê bidin Kazimî. Adnan Zurfî divê di 17’ê adarê de hikûmet ava bikira, lê beriya ku banga civînê li parlamentoyê bike û lîsteya wezîran aşkera bike, neçar ma ku vekişe.

Beriya wî Mûhammed Allavî jî nikaribû di nava 30 rojan de dengê baweriyê ji parlementoyê werbigire. Serokwezîr Adil Abdulmehdî jî di protestoyên 1’ê adarê de neçar mabû ku îstîfa bike. Ji ber vîrûsa koronayê çalakiyên girseyî hatin sekinandin lê hê jî li qada Tahrîrê ya Bexdayê bi dehan kes di konan de çalakiya xwe didomînin.

Kazimî divê heta 30 rojan kabîneya hikûmetê pêşkêş bike. Lê ji ber qedexeya derketina derve dê parlamento çawa bicive, hê nehatiye zelalkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar